Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PAJK: Bila hevrêyên li zindanan dawî li çalakiyên fedayî bînin!

Koordînasyona PAJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girtiyên siyasî bi destpêkirina greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger erka ku dikeve ser milê wan pêk tînin û bang li girtiyan kir ku dawî li çalakiyên fedaî bînin

Koordînasyona PAJK’ê li ser çalakiyên fedayî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PAJK’ê diyar kir ku pêngava wan a berxwedanê ku li ser bingeha bidawîkrina tecrîda li ser Ocalan pêk tê 4 meh li pey xwe hiştiye û daxuyanî wiha berdewam kir: “Berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, ji 1’ê Adarê û pê ve bi beşdariya bi hezaran girtiyan derket asta herî bilind. Li nava civakê û li nava raya giştî ya dinyayê xwedî li grevên birçîbûnê tê derketin.

Berxwedana grevên birçîbûnê ku li zindanan, li Ewropayê û li çar parçeyên Kurdistanê didome, ji xwe berxwedaneke fedayî ye. Pêvajoyeke çalakiyan e ku her tişt daye pêş çavên xwe. Berxwedêrên ku bi mehan e bedena xwe dane ber birçîbûnê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê me helwesteke fedayî nîşan didin. Berxwedana ku bi îrade û biryardariyeke xurt didome, pêşengiyeke dîrokî ye ji bo hesabpirsîna ji faşîzmê.

Hevrêyên me yên PAJK û PKK’î yên li zindanan û hevrêyên me hemû yên li ber xwe didin; em napejirînin ku ji bilî vê berxwedanê bi rêbaza fedayî çalakiyan bikin. Xuya ye hewl tê dayîn li zindanan weke xeteke çalakiyê bê bicihanîn. Hevrêyên me yên li zindanan berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi rengekî fedayî û bi berpirsyariyeke mezin bi cih tînin. Karê ku ji niha û pê ve bê kirin dikeve ser milê civakê, dikeve ser milê jin, ciwanan, demokratan, hêzên çep û sosyalîst û mirovahiya xwedî wijdan. Em bang li hevrêyên xwe yên li zindanan dikin; divê çalakiyên protestoyî yên bi rêbaza fedayî bên rawestandin. Em hevrêya xwe Zehra Saglam bi rêzdarî bi bîr tînin. Bîranînên wan pêşengên têkoşîna me ne. Di nava rastiya gel ê rabûye ser pêyan û di nava têkoşîna me de em ê timî xwedî li bîranîna wan derkevin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar