Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Temellî: Desthilatdarî siyaset û aştiyê qedand

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di mîtînga li navçeya Seyhan a Edeneyê de axivî. Temellî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku ji ber bêdengiya hikûmetê li girtîgehan girtî dawî li jiyan xwe tînin û da zanîn ku desthilatdariyê siyaset û aştiyê li Tirkiyeyê qedandiye

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Daglioglu ya Seyhana Edeneyê mîtîngek li dar xist.

Temellî di ketina Edeneyê de ji aliyê parlamenterên HDP’ê û girseyek mezin ve hat pêşwazîkirin. Karwana ku Temellî jî di nav de li nava taxan geriyan û hatin navçeya Seyhanê. Bi hezaran welatiyên Edeneyê bi coşek mezin Temellî li navçeya Seyhanê pêşwazî kir.

Girseya ku Temellî pêşwazî kir bê navber dirûşmên ‘Zulkuf heval nemir e’, ‘Ayten heval nemir e’, ‘Zehra heval nemir e’, ‘Medya heval nemir e’, ‘Şehîd namirin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Jin jî bi cilên xwe yên neteweyî tev li pêşwazîkirinê bûn û reng tev li rengên alên HDP’ê yên mezin kirin. Gelek welatî ji balkon û deriyên malên hezkirina xwe parve kirin. Nûnerên partiyên kurdan û seroka SYKP Canan Yuce tev li mîtîngê bû.

Bêdengî dibe sedema mirinan

Di mîtîngê de Temellî berê rexneyên xwe da îktîdarê û diyar kir ku îktîdar hebûna xwe li ser şer û mirinê ava kiriye û wiha got: “Ji ber vê yekê divê teqez kesên aştiyê diparêzin bên cem hev. Wekî Seyhan û Çûkûrova hemû dildarên aştiyê divê bibin yek. Li Tirkiyeyê zilm û neheqî heye. Sedema zilm û neheqiyê jî hebûna tecrîdê ye. Heta ku tecrîd bidome neheqî, bê hiqûqî, bêedaletî û zilm dê bidome. Îro mirov bi bedena xwe li dijî vê bê hiqûqiyê têdikoşin. Leyla Guven 138 roj in li dijî vê zilm û tecrîdê li ber xwe dide. Îro zêdeyî 300 girtî rewşa wan di asta krîtîk de ye. Li gelek welatên cîhanê greva birçîbûnê berdewam dike. Hemû dixwazin tecrîd bi dawî bibe. 138 roj in em bang li hikûmet û desthilatdariyê dikin. Em dixwazin ev bêhiqûqî bi dawî bibe û tecrîd rabe. Em dixwazin daxwazên girtiyan pêk binin. Ji ber guh nadin van daxwazan îro cenazeyê 4’emîn ji girtîgehê derket. Îro ji ber daxwazên wan pêk nehat Medya jî wekî Zulkuf, Ayten û Zehrayê dawî li jiyana xwe anî. Em ê ne bi mirinê em ê bi jiyanê li dijî tecrîdê têbikoşin. Em ê bi jiyanê bibin denge aştî û demokrasiyê.”

‘Siyaseta heyî aştî û demokrasiyê qedand’

Di berdewama axaftina xwe de Temellî anî ziman ku pirsgirêka bekaya Tirkiyeyê tune, pirsgirêka îktîdara AKP’ê heye û ji ber vê yekê meseleyên xwe wekî meseleyên welat nîşan dide û destnişan kir ku krîza aborî, xizanî, betalî û nelirêtyê heye û wiha domand: “Biqasî krîza aborî heye, krîza civakî jî heye. Civake dikin du enî û tînin hemberî hev. Civakê perçe dikin û bi hev didin şer kirin. Dijminantiya kurdan didome. Siyaset ji bo pirsgirêka civakê çareser bike heye. Lê siyaseta heyî aştî demokrasî xelas kirin û li şûna wê şer pêş xistin.”

Her wiha Temellî herî dawî bang li hemû hilbijêran kir û xwest hem biçin ser sindoqan û hem jî li sindoqan xwedî derkevin û bibin muşahîd. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar