Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Agirî bi biryar e, dê îradeya xwe ji devê guran hilînin

Ji pêkhatina hilbijartinên xwecihî re demeke kurt ma. Li Kurdistanê bajar bi bajar hewaya hilbijartinê pêl dide û gel bi rik û coş li benda sindoqan e ku rojek ji rojan pêşdetir biçe ser û şaredariyên bi darê zorê ji dest hatine girtin bi dest bixe û careke din mafê xwe yê rewa li çavên zordaran rake. Her roja pêşde diçe çoş û kelecana kurdistaniyan radibe jor. Li her derê welêt ev coş û kelecan bilind dibe. Welatê Serhedê di bin zivistaneke xedar de hêviyên xwe mezin kirin. Bi mehan pêşde bi dile xwe yê germ, serma seqema heyî heland û berê xwe da pêvajoya 31’ê adarê, xwe amade kir.

Em îro li Agiriyê ne. Agiriyê rojên seqem û sermaye li paş xwe hiştin, bi pêleke ji binî ve tê xwe ji 31’ê adarê re gij dike. Agirî welatê serma û seqemê ye. Ev rastî li ser xebatên hilbijartinê gelek bandor dike. Lê germa dilê agiriyiyan pêlên sermayê hildiçine, bê tesir dike. Agiriyî dibêjin, ‘hatina wan bi destê zorê bû, lê çûyîna wan wê bi dengê me be’.

Qeyûmê îdareya gelê kurd gasp kir

Agirî bajarekî nûavabûyî ye. Her çiqas ji bo hêviyên dagirkeriyê hatibe avakirin jî êdî nasnameya xwe xwedî derdikeve, hêviyên dagirkeran pûç dike. Di bîst salên dawiyê de du caran şaredarî bi dest xistiye, riya wekîlê partiyên serdest xitimandiye, wekîlên xwe şandiye parlamentoya Enqereyê. Ev yek dewlet û partiya serdest AKP’ê ji eyarê xwe derdixe. Bi her awa rê û rêbazan astengiyan derdixe, pêşî li îradeya gelê kurd digire. Mînaka herî berçav destdana ser şaredariya gelê kurd e. Bi vê yeke îradeya gelê kurd binpê kirin, destkeftiyê wan gasp kirin, bi bariyerên beton ew îrade hepis kirin.

Îro bê şerm û etib derdikevin qadan dibêjin em şaredariyê dixwazin. Lê duh denge zilmê bilind bû, îro jî dora gelê kurd e. Niha Agirî û bajarên din werçerxanekê re derbas dibin; an zilmê bi ser keve yan wê îradeya gelê kurd bi ser keve û zilmê bişkê. Riyeke din nîn e. Gelê Agiriyê li ser vê rastiyê tevdigere, bêhna xwe girtiye çav li roja 31’ê adarê ye.

Hewaya hilbijartinê germ bûye

Li gorî hilbijartinên borî hewayeke germtir li Agiriyê heye. Erebeyên partiyan li kolan, sûk û taxan digerin, muzîk lê dixe. Afiş û pankart avahiyan û kolanan dixemilînin. Kifş e partiyên din gelek mesref kirine, pere rêtine, giringiyê didine vê hilbijartinê. Piştî namzetên HDP’ê Abdurahman Dogar û Yelîz Karaaslan yên derdikevine pêş namzetê AKP’ê Savci Sayan û namzetê Partiya Saadetê Mehmet Erat e. Waliyê Agiriyê û Savci Sayan mil bi mil bi hev re dixebitin. Heta lîsteya Savci Sayan walî bi xwe çêkiriye. Savci Sayan li bajar civînan li dar dixe, diçe malan û sozan dide. Li aliyekî din walî çi ji wî tê xwe paşde nade. Lê bi rastî xebatên pûç in. Kes qiymetê nade wî. Çiqas dixebite jî tenê merhabayeke ji rêzê para Savci Sayan nakeve. Her kes wî nas dike, çi lehengekî gelfiroş e, pê dizane. Jixwe AKP’î dibêjin, me bi Savcî ji niha ve winda kiriye.

Namzetê Saadetê Mehmet Erat ji berendamtiya AKP’ê derbasî Partiya Saadetê bûye. Ji ber ku namzetî nedanê gelek bi biryar dixebite. Neraziyên AKP’ê gişt li dora Mehmet Erat ber hev bûne. Wisa tê payîn ku Partiya Saadetê derzeke xurt li dengên AKP’ê bixe.

Partiya esas HDP ye

Xebatên herî diyarker û esas ên HDP’ê ne. HDP’ê li Agiriyê Abdurahman Dogar û Yelîz Karaaslan wek hevserokên namzet diyar kirine. Mîna her her bajarên kurdan li Agiriyê jî tirsa partiyên dewletê HDP ye. Bi baldarî tê şopandin û meraqkirin. Helbet ev hesasiyet bi xwe re xetereyekê jî tîne. Zexta girtin û binçav kirinê her heye. Çend roj berê namzeta hevşaredar Yelîz Karaaslan hate girtin, hefteyekî şûnda berdan. Pişre xebatkara Meclisa Navendî ya HDP’ê Zelal Yerlîkaya hate girtin. Ev rewş li navçeyên Agiriyê jî heye, girtin û binçavkirin pêk tên.

Ev yek ji bo xebata bi înat HDP’iyan sor dike. Xebatên hilbijartinê li her qadan didomin. Du buro hatine vekirin. Erebeyên deng û propogandayê li nav bajêr digerin. Xebatê taxan bi pergal tên domandin. Broşûr û afîş her wisa tên pêvêkirin û belavkirin. Bi taybet xebatên ciwanan balê dikişîne. Bênavber bi êvarkî û roj li qadan û taxan in.

Kêm be jî bêdengiyek heye

Qasî referandûmê nebe jî bêdengiyek heye. Gel pir tije ye. 31’ê adarê wek roja hesabpirsînê dibînin. Gelê Agiriyê rengê xwe zêde kifş nake lê mîna beroşeke mezin ji binî ve dikele. Yên ku tecrûbeyên xwe tînin ziman dibêjin, ‘ev bêdengî her ne ji bo xêra AKP’ê ye. Eger wisa bûya buro, gerên li nav bajêr û qadên mîtîngan wê dagirtî bûna, dengê wan ê pir bilind derketa. Lê refên AKP’ê şikestî û bêmecal in. Ev bêdengî li dijî AKP’ê û xêra HDP’ê ye.’

Çend roj berê li taxa Mehmet Akîf Ersoy, şêniyê wê jê re dibêjin Taxa Bûlût civîneke bi gel re hate lidarxistin. Em çûn li qada civînê li rastî coş û kelecaneke pir mezin hatin. Bi rastî mîna mîtîngeke mezin gel ber hev bûbû. Ev nîşaneyeke berçav bû, ji bo helwesta gel. Her wisa li taxên din jî civîn tên lidarxistin.

Namzetên HDP’ê çi dibêjin?

Em li ser pirsgirêkên Agiriyê bi her du namzetên hevserok re axivîn. Pêşî me dîtinên Abdûrahman Dogar guhdarî kir. Abdûraman Dogar, di sala 1963’an de li Xelata Bedlîsê ji dayik bûye. Zewicî ye, sê zarokên wî hene.

Abdûraman Dogar li ser mijarê dîtinên xwe wiha diyar kir: “Wekî teklîfa hat ku li Agiriyê bibim namzet bê dudilî min qebûl kir. Ez Agiriyê nas dikim. Serhed gelek dişibe hev. Ez ne xerîbê Agiriyê me, min berê jî xebatên siyasî li Agiriyê kirine. Pirsgirêkên aborî pir in. Polîtîkayek heye, bi zanîn Agirî paşde hatiye hiştin. Xizanî, koçberî, bêkarî, pirsgirêkên jinan, ciwanan nehatine çareserkirin. Îmara bajêr problemeke mezin e. Rê, av, kanalizasyon pê ve girêdayî ne. Ruhsat, tapî nîn in. Şaredarî derfetekî pir grîng e. Çareseriya van pirsgirêkan di destê şaredariyê de ye. Heta niha nehatine çareserkirin. Şaredariya DBP’ê dest avête van xalan lê bi darê zorê dest danîne ser, ji xizmetê re astengî derxistin. Tiştek nehatiye kirin. Çem heye lê heta niha ji bo xizmetê nehatiye bi kar anîn. Gelê Agiriyê layîqî xizmetê nayê dîtin. Berf dibare bi hefteya li erdê dimîne. Em hatin em ê dest bavêjine van xalên esasî. Xizmeta çand, huner, ziman gelek girîng e. Wê karekî me yê esas be. Agirî bajarê kurdan e, bila bi çand û zimanê bê naskirin. Park, baxçe dîsa karekî din e. Veguhestina çopan, veguhestina ava qanalîzasyonê ji bo bajêr pir girîng e. Em li ser turîzma zivistanê difikirin. Bajar şeş mehan di bin hukmê zivistanê de ye. Tesis bên çêkirin berê turîzmê dikeve Agiriyê.

Qeyûmê şaredarî şêlandiye. Ji dewra AKP’ê ku Hasan Aslan li ser kar bû deynê wê hate dayîn lê dîsa jî di kasa şaredariyê de 13 mîlyon teqez hebû. Niha 153 milyon deyn lê zêde bûye. Li gorî rapora Sayiştayê  30 milyonî zêdetir winda ye, beratê wê naxuyê. Xebatên me roj bi roj geş dibin. Berê tirs hebû lê gav bi gav şikest. Em ê biçin deriyê gel heta malek nemîne.

Agirî wê dîrokeke nû dîsa binivîse. Çavên her kesî li Agiriyê ye. Em ê mizgîniyeke têrûtije bidin wan.”

Jin hêmayên esas in

Yelîz Karaslan di sala 1977’an de li Kayseriyê de ji dayik bûye. Zewicî ye, du zarokên wê hene.

Wê ji bo xebatên hilbijartinê ev yek anîn ziman, “Ez 24 sal in li Agiriyê dijîm. Pirsgirêkên bajêr dizanim. Min deh salan zêdetir di meclisa şaredariya Agiriyê de cih girt. Ez jin im, ji nêzîk ve pirsgirêkên jinan beled im. Ez ê bi hesasiyet li ser pisgirêkên jinan bisekinim û ji bo çareseriyên wan bixebitim. Jin mazlum in û ji jiyanê hatine dûrxistin. Ji bo aborî û îstihdama jinan projeyên me hene. Em dixwazin jinan tevî berhilînê bikin, ji bo çandiniya organîk eraziyên xezîneyê îcar bikin, berheman berhilînin, pakêtkirina berheman ji zeviyan bigihînin destê mezêxerên (tuketîcî) bajarên welêt, Tirkiye û heta dinyayê. Berî qeyûmê şaredariya me bazareke her cure kel û mel û feqiyan ji bo jinan vekir. Qeyûmê dest danî ser. Em ê di pêvajoya nû de xebatên bi vî rengî bidomînin.’

Gel çi dibêje?

Piştî civînê me çend kesan re der barê hilbijartinê de xeberda. Dîtinên wan li ser HDP’ê erenî bûn. Mûstafa Bozdagê (kednîşîn 57) dîtinên xzwe wiha anîn ziman: “Bi darê zorê, bi riya qeyûmê dest dane ser şarederiya Agiriyê. Me bi riya rewa û meşru şaredarî ji destê diziya Hesen Aslan û AKP’ê girtibû. Dest danîn ser mafê me yê rewa. Niha dora sitandina ji destê qeyûmê ye. Em ê îradeya xwe bidin pêş. Em ê ji destê wan derxin. Ew çiqas nelirêtî û diziye bikin jî nikarin îradeya me bişkênin. Şansê me herî kêm ji sedî 60 e.’

Kemal Kaya (Xurde ber hev dike 50) bi hêrs û rik dibêje: “Em ê vê hilbijartinê bi dest bixin. Dewletê qeyûm avêt ser şaredariyê. Dixwazin gel bixapînin. Dibêjin me xizmet aniye. Derew e, çima nehiştin şaredariya me karê xwe bike. Îpotek danîne ser îradeya gelê me. Ketine nav taxa, gel bi gotinê pûç dixapînin. Camî kirinine cihê propogandaya AKP’ê. 17 sal in me ji îktidarê tiştek nedît. Feqîr- fiqare perişan in. Zarokekî jî didî xeberdan tu nikarî bixapînî. Her kes şiyar bûye. Bi komirê, bi koliyan kes xwe nafiroşe. Bi texmîna min şansê HDP’ê gelek mezin e. Wê dîsa şedariyê bi dest bixe.”

Atilla Akkûş  (21 xwendekar) diçe zanîngehê, ew wiha dîtinên xwe derpêş dike: “Ez bawer dikim HDP wê qezenc bike. Qeyûmê tiştek ji bo Agiriyê nekir. Zivistan xilas bû hê kepçe nehatiye taxa me. Xizmetek nekiriye, nexwe çima dest danî ser şaredariyê. Berê di destê BDP’ê de bû, xizmeteke baş dikir. Gelek xizmetên nû anî Agiriyê. Niha ketine nav gel dibêjin, ‘bidine me’. We çi kir, em bidine we? Ez bawer dikim gelê bide HDP’ê. Gel xwe bi HDP’ê girtiye. Kes nade AKP’ê.”

Jineke bi navê Gulîzer Aslan bêhna xwe dikişine û berdide, çavên wê li dûr dinerin. Kifş e ku gelek keser ji dil re difûrin. Bi keser dibêje: “Em gelek xizan in. Zivistan xedar derbas bû. Me tu roj nedît. Kiloya kartolan bûye pênc panot. Em êdî kartolan jî bi hesret in. De xudê mala sebeba xira bike, ahê bizina kol ya kel re nehêle. Ez çi zanim, kîjan bi xêr be bila ew qezenc bike.”

Li Agiriyê jî pêkutiyên li ser kurdan û rewşa aboriyê pê bi pê bi hev re dimeşin. Gelê Agiriyê ji bo van her duyan jî pir dagirtiye. Pêla ku ji bin ve tê sedem ev yek in. Ev yek wê mohra xwe li encama hilbijartinê bixin.

Navçeyan jî HDP li pêş e

Xebatên hilbijartinê yên HDPê li navçeyan jî didomin. Gel li navçeyan jî bi coş û kelecan namzetên xwe xwedî derdikeve. HDPê li Bazîdê Yildiz Acar- Cesîm Çakan, li Gihadînê Betul Yaşar- Evren Demîr, li Panosê Muşeref Geçer- Emrah Kiliç, li Avekevrê (Taşliçay) Derya Ogul-Yûsûf Aladag, li Dutaxê Baran Ozturk- Gonul Ozturk, li Elaşgirê Rifat Yerlîkaya, li Xamûrê Cemal Akar wek namzetên hevserok diyar kirine. Li Bazîd, Gihadîn, Panos, Avekevr û Dutaxê şansê HDP’ê gelek li pêş e. Li Elaşgirê namzetê HDP’ê Rifat Yerlîkaya gelek xurt e. Xamûr tam ne diyar e.

Qiyameta AKP’ê

Li Agiriyê hemû partî li xebatên hilbijartinê germ bûne. Her kes bênavber dixebite. Lê ya rast pêşbaziya hilbijartinê di nav du partiyan de derbas dibe; AKP û HDP. Yek partiya dewletê ye, serdest e, dest daye ser şaredariya rewa ya BDP’ê, her cure lîstikan diqewimîne. Ya din jî HDP ye. Maxdûrê şîdet, zext û nelirêtiya dewletê û AKP’ê ye. AKP naxwaze derfetên şarederiyê yên nerewa ji destê wê biçin. Heta dawiyê wê li ber xwe bide. HDP jî dixwaze mexdûriyeta gel paşde vegerîne, îradeya gel a hatiye gaspkirin ji nû ve bide destê gel.

Hilbijartin di meha adarê ango biharê pêk tê. Şilî teze tê asîmanên Agiriyê. Ewrên reş bi hev digrin dibe qiyamet. Her hal wê ji bo HDP’ê bibe ber û bereket. Lê ji bo AKP’ê bibe qiyamet. Yanî sala nû ya bi Newrozê dest pê dike wê bereketa xwe bibarîne ser HDP’ê. Lê her hal bihara îsal wê ji bo AKP’ê bibe xezeba kurdan ku tu car ji bîr neke.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar