Şêx Medenî Bukarkî, neviyê berxwedêrê bi nav û deng yê berxwedana Geliyê Godernê Şêx Fexrî Bukarkî, bal kişand ser berxwedana kalê xwe û bilêv kir ku ew ê di hilbijartina 31’ê Adarê de destekê bidin HDP’ê
Ji hilbijartina 31’ê Adarê re hindik ma. Her ku hilbijartin nêz dibe piştgiriya ji bo HDP’ê jî zêde dibe. Li herêmê, yek ji malbatên piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê aşkere kir Mala Bukarkî ye.
Mala Bukarkî, malbata Şêx Fexrî Bukarkiyê hevrêyê Şêx Seîd û Îhsan Nûrî ye. Şêx Fexrî, di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de bi berxwedana xwe ya li Geliyê Godernê û Newala Hesika bi nav û deng e û berxwedana wî bûye mijara kilamên gelek dengbêjan. Neviyê wî Şêx Medenî Bukarkî, diyar kir ku ew ê xwedî li mîrateya berxwedana kalê xwe derkevin û di hilbijartina 31’ê Adarê de li cem HDP’ê bin.
Kurê Şêx Şîrîn Şêx Medenî Bukarî ji nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rêdûr Dîjle re axivî û bilêv kir ku kalê wî ji gundê Qamişlo yê Bismila Amedê neviyê yek ji şêxên terîqeta neşîbendiyê Şêx Yûsûf e. Bukarkî diyar kir ku kalê wî Şêx Fexrî, di sala 1925’an di berxwedana Şêx Seîd de, bi pêşengiya apê xwe Şêx Şemseddîn fermandariya eniya Farqîn, Hezro û Pasûrê dike û heta dawiyê li ber xwe dide.
Bukarkî anî ziman ku piştî berxwedana Şêx Seîd ji hêla dewletê ve tê têkşikandin û apê wî Şêx Şemseddîn li Amedê û apê wî Şêx Nûreddîn li Xarpêtê li Dadgeha Îstiklalê tên daliqandin jî kalê wî Şêx Fexrî dev ji berxwedanê bernade. Bukarkî got ku kalê wî di sala 1927’an de piştî Tevgera Tenkîlê ya Bîçarê berê xwe dide binxetê (Rojava).
Bukarkî anî ziman ku kalê wî Şêx Fexrî qederekê li binxetê dimîne û paşê di 5’ê cotmeha 1927’an de li bajaroka Bîhamdûn a Lubnanê tevî malbata Bedirxanî û Cemîlpaşazadeyan di civîna damezrandina Cemiyeta Xoybûnê de cih digire. Bukarkî diyar kir ku wexta kalê wî li binxetê bûye, dewleta tirk qanûna efûyê derdixîne û ew jî bi vê qanûnê vedigere gundê xwe.
“Lê belê, wexta kalê min tê gund bi çavê xwe hilweşandin, şewitandin û talankirina gundan û herêmê dibîne ku bi destê dewletê û hevkarên wan hatibû kirin. Wê çaxê kalê min hay jê çêdibe ku armanca qanûna efûyê teslîmgirtina berxwedêran û xapandin bûye. Li ser vê careke din berê xwe dide binxetê û rewşa heyî radigîne rêveberiya Xoybûnê. Piştî vê civînê dîsa vedigere Bakur û li Malegirê baregeheke leşkerî ava dike ku hejmara leşkerên wê 400-500 kes bûne.”
Li Agiriyê baregeha leşkerî ava kir
Bukarkî bi bîr dixe ku beriya Şêx Fexrî li Çiyayê Agiriyê Îhsan Nûrî baregeheke leşkerî ava kiriye û bi avakirina baregeha leşkerî armanca sereke ya kalê wî ne ew bûye ku bi dewletê re şer bike, armanc ew bûye ku dewletê eware bike da Xoybûn di nav civakê de rêxistinbûyîna xwe zexm bike û barê Berxwedana Agiriyê sivik bike.
Bukarkî,destnîşan kir ku siwarê hespê Felekbez û Kûvî kalê wî Şêx Fexrî, li derdora Farqîn, Hezro, Licê û Pasûrê daxilî pirsgirêkên civakiyî jî dibe û bi edalet tev digere. Bukarkî, anî ziman ku baregeha leşkerî ya kalê wî tenê ne di wesfê hêzeke leşkerî de bûye, di heman demê de hêzeke civakiyî jî bûye.
Geliyê Godernê û Newala Hesika
Bukarkî bilêv kir ku destpêkê dewletê berê xwe nedaye berxwedana kalê wî Şêx Fexrî, lê piştî têkşikandina Berxwedana Agiriyê vê carê li Geliyê Godernê û Newala Hesika berê xwe daye kalê wî. Bukarkî, diyar kir ku dewletê hewl daye bêyî şer kalê wî teslîm bigire û ji bo vê bi rêya navbeynkaran xwe gihandiye kalê wî û li Amedê li hev civiyane û got: “Di vê hevdîtinê de mulkiyeta gelek gundan didin ber Şêx Fexrî. Lê belê, Şêx Fexrî careke din têdigihê ku armnaca dewletê wekî qanûna efûyê ye ku wan teslîm bigire û berxwedana gel bitepisîne. Di hevdîtinê de Şêx Dexrî dibêje; ‘Heta kurd azad nebin ez ê bitêkoşim. Ez ê ti carî nehêlim navê şehadeta apanê min û hevrêyên min winda bibe. Çavê we lê ye hûn bi van teklîf û pêşniyaran min bikirin û bikin hevkarê xwe? Qethiyen, ez ê ti carî xwe nedim destê vê feraseta ku bela xwe di zimanê min, dînê min û gelê min ê mazlûm dide.’ Piştî vê careke din berê xwe dide qada berxwedanê.”
Berxwedêrê bi nav û deng ê Geliyê Godernê û Newala Hesika ku berxwedana wî bûye mijara kilamên dengbêjên mîna Hafizê Qeyîkî û Sidîqê Bozê, li Geliyê Godernê, Newala Hesika û Şikefta Ganîkê bi rojan li hemberî Qolordiya 7’an a Diyarbekir, Alaya Sêrtê û Alaya Bedlîsê şer dike û di 17’ê Cotmeha 1933’yan de tevî 17 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dide. Neviyê wî Şêx Medenî Bukarkî, diyar kir ku wê çaxê dewlet kalê wî tevî 17 hevalên wî dixe goristaneke komî û got: “Lê belê paşê rûspiyên herêma Hezroyê cihê goristana wî diguherînin. Ji bo gora kalê min wesiyeteke bavê min Şêx Şîrîn heye; ‘Heta gelê kurd azad nebe, divê hûn goreke wek peykerî ji bavê min re çênekin.'”
Dîrok tekerur dike
Şêx Medenî Bukarkî bilêv kir ku pêkanîn, polîtîkayên zext û zoriyê yên wê çaxê niha jî hene. Bukarkî, anî ziman ku ew ê xwedî li mîrateya berxwedana kalê xwe derkevin û got, ji ber vê ye hilbijartina 31’ê Adarê ji bo destekftî û dîroka berxwedanê ya gelê kurd pir girîng e.
Roj roja yekitiyê ye
Bukarkî wiha got: “Wekî hûn dizanin, pêvajoya heyî pêvajoyeke xedar e. Loma hilbijartina 31’ê Adarê, hilbijartineke pir muhîm e. Nexasim jî ji bo welatê me, herêma me û Kurdistanê. Niha li Tiriyeyê îktîdar hilbijartina 31’ê Adarê wekî hilbijartineke bekayê be dide ber civakê. Ji lewre ev hilbijartin ji bo herêma me pir girîng e. Çimkî niha li Tirkiyeyê rêveberiyeke faşîst li dar e û nexasim ev faşîzm herêma me veguherandiye şidetê. Hema bêje her roj tişt diqewimin û insan dimirin. Nexasim me di 4 salên dawî de bi polîtîkayên zext û zoriyî tiştên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê qewimîn dîtin. Her wiha em jî ferdên malbateke ku trawmayên mezin hatine serê wan. Bavê min, apanê min li sirgûnê mane. Piştî 17 salan ancax vegeriyane welatê xwe. Min xwe dîtiye nedîtiye em bi pêvajoyeke wisa dijwar re rû bi rû mane. Ji ber vê hilbijartina 31’ê Adarê, hilbijartineke girîng e. Ji bo pêşeroja gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn mîlad e. Fikr û ramanên kurdan çi dibin bila bibin, li dijî vê pergala faşîst û ceberût îro roj roja yekîtiyê ye û divê helwesta xwe diyar bikin.”
Malbat piştgiriyê dide HDP’ê
Şêx Medenî Bukarkî anî ziman ku berê di partiyên siyasî yên cuda de cih girtiye, lê belê ji sala 2015’an ve di nav HDP’ê de cih digire.
Bukarkî diyar kir ku hin ferdên Mala Bukarkî bi awayekî şexsî di partiyên siyasî yên cuda de cih digirin û got: “Fikr û emelê wan, wan eleqedar dike. Lê piraniya malbatê wê piştgiriyê bide HDP’ê. Bi vê munasebetê ez careke din piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê aşkere dikim.”
‘Em HDP’î ne’
Her wiha Bukarkî, ji bo namzetiya pismamê xwe Huseyîn Cengîz ku di vê hilbijartinê de namzetê AKP’ê yê Şaredariya Yenîşehîr a Amedê ye jî got: “Fikrên kes, tenê kes eleqedar dike. Ew jî ferdekî malbata me ye. Kurê apanê me ye. Fikrên wî ji bo wî ne. Lê helwesta me ya di vî warî de eyan e û aşkere ye. Em HDP’î ne. Yanî dikarim bêjim ku ji sedî 80’yê Mala Bukarkî wê piştgiriyê bidin HDP’ê. Hebûna wî ya li wir me eleqedar nake.”
Herî dawî Bukarkî, bang li ferdên din ê malbata xwe kir û diyar kir ku ji Çemê Dîcleyê Bismilê heta Çemê Mûradê yê Çewlig û Mûşê divê hezkirî, nas û dostên bav û kalên me di 31’ê Adarê de li cem HDP’ê bin û dengê xwe bidin gelê xwe. AMED