Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Rojnameger Ataman serbest bernedan

6’emîn danişina doza Rojnameger Ziya Ataman li Şirnexê hat dîtin. Heyeta dadgehê dîsa biryara berdewamiya girtina Ataman da. Ataman li gel nexwexiyên xwe 2 sal in girtî tê darizandin. Li bendê ye dozger di 28’ê gulanê de mutalayê bide

6’emîn danişîna doza Rojnameger Ziya Ataman ê di 11’ê Nîsana 2016’an de hat girtin û girtî tê darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin.

Li gel nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin Ziya Ataman û 9 kesên girtî, 19 kes doz li wan hatibû vekirin. 6’emîn danişina doza Ataman jî di navde 19 kes li Şirnexê hat dîtin. Hin girtî bi sedema tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan şermezar bikin tev li danişînê nebûn. Ataman ku ji 1’ê Adarê de li dijî tecrîdê di grevê de ye, li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye bi rêya SEGBÎS tev li danişînê bû.

Girtî û şahid Nihat Bor parastin kir û diyar kir ku wî di bin zext û îşkenceyê de îfade daye. Bor, destnîşan kir ku ji ber îşkence lê hatiye kirin bi darê zorê îfadeya hatiye amadekirin îmze kiriye. Parêzeran jî xwest îdîayên îşkenceyê bê lêkolînkirin. Girtiyên din jî paratin kir û îdîayên der barê xwe de red kirin û xwestin bên berdan.

Rojnameger Ataman jî xwest bi kurdî parastinê bike. Heyeta dadgehê jî xwest ku parastinê neke di danişînek din de tercûman peyda bike. Heyeta îdiayê jî diyar kir ku dê di danişînek din de mutalayê bikin. Heyetê pişti navberê doz taloqî 28’ê Gulanê kir. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar