HDP’a Antalya, tekildarî belavokên korsan ên li ser navê partiya wan hatin belavkirin daxuyanî da. Hevserokê HDP’ê yê Antalya Muhsîn Taşar, diyar kir ku ev belavokên korsan nîşana têkçûna wan e
Şevê din li Antalya komek kesên cuda belavokên bi ser navê “Ev raperîneke gel e” ya ku logoya HDP, CHP, İYİ Parti û SP li bin hebû belav kirin.
Hevserokê HDP’a Antalya Muhsîn Taşar bertek nişanî belavoka korsan da û wiha got: “Bi derew, hîle, gef û sinevizyonan hewl didin xwe bi gel bidin şêrînkirin. Lê niha li ser navê partiya me belavokên korsan belav dikin. Ev belavokên korsan nîşana ku dê di 31’ê Adarê de winda bikin e. Em bang li welatiyan dikin ku li hemberî van provokasyon û bê ehleqiyên siyasî hestiyar û hişyar tev bigerin. ANTALYA