Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Qeymeqam, dozger û amîrê emniyetê gel tehdît dikin’

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, derbarê zextên li ser hilbijêrên navçeya Elkê û navenda bajêr de civîna çepmeniyê li dar xistin û wiha got: “Qeymeqamê Elkê, dozger û amîrê emniyete gel tehdît dikin û ji bo AKP’ê dengan dixwazin.”

Parlementerê HDP’ê ya Şirnexê Hasan Ozguneş, derbarê nelirêtî û zextên li ser welatiyên navçeya Elkê û navenda Şirnexê de civîna çapemeniyê pêk anî. Civîn li avahiya HDP’ê ya bajêr pêk hat û Namzetên HDP’ê yên Şaredariyê Nûran Alturk û Hîşar Osal beşdar bûn.

Ozguneş di civînê de axivî û wiha got: “Em ê bi awayekê demokratîk neçin hilbijartinê. Bi hesabên bîrkarî dixwazin herêmên di destên HDP’ê jê bigirin. Bi taybetî li Elkê, li ser hilbijêran zextek pir mezin heye. Qeymeqamê Elkê, dozger û amîrê emniyetê gel tehdît dikin û ji bo AKP’ê dengan dixwazin. Ev her sê amîrên îdarî dibistan jî ziyaret kirine. Dixwazin hilbijêr dengên xwe bidin AKP’ê. Gelo çi karê amîrên îdarî bi propagandeya hilbijartinê re hene.”

Ji cerdewanan xwestin ku wêne bikişînin

Ozguneş da zanîn ku namzetê AKP’ê yê bajêr, hin jinên kursiyer ziyaret kirine û ji wan re gotin ‘Me 350 TL ji bo we razandiye, ger hûn me hilbijêrin, dê dewama wê jî were’ û bal kişand ser zextên heyî jî û wiha domand: “Polîs wesayîtên servîsê yên ji bo HDP’ê dixetin tehdît dikin. Cezayên cuda wan dibirin. Ji cerdevanan re gotin ku ‘hûn berpirsê dengê 5 cerdavanan bînin e. Hûnê li ser sindoqê wêneyê cerdevanan bikişînin û encamên wan jî bînin nîşanî me bidin.’ Bi taybetî jinan bi girtinê tehdît dikin.”

Li saziyên fermî û dibistanan propaganda dikin

Di axaftina xwe de Ozguneş diyar kri ku rewşa navenda Şirnexê jî ya ji navçeya Elkê ne cudatir e û wiha pêde çû: “AKP ji bo hemû mîtîng û vekirinên buroyan, biryara memûr divê beşdar bibin girtiye. Dîsa namzetê AKP’ê Mehmet Yarka jî, li saziyên fermî û dibistanan geriyaye û propagande kiriye.”

Banga xwedîderketinê kir

Ozguneş anî ziman ku ligel hemû zextan jî gelê Şirnexê dê xwedî nasnameya xwe derkeve û ev bang kir: “Gelê Şirnexê, gelekê bi rûmet e. Dê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide wan. Gelê me dê li dijî van hîleyan, tu carî serî netewîne. Ji bo vê divê hemû gelê me biçin deng bidin. Ji bo em bi hevre hişmendiya qeyûman a li ser vê axa pîroz biavêjin, di bajarê xwe de dengê xwe bidin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar