Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘A xirab feraseta we ye, ne hewa û koster e’

HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Kopê ya Mûşê bû. Parlamentera HDP’ê Mensûr Işik di axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên hevdîtina ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi hinceta ‘Hewa yan jî koster xirabe ye’ û got ku ya xirab feraset e ne hewa û koster e

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li navçeya Kopê ya Mûşê bi gel re hatin gel hev. Hevdîtina gel li termînala otobusê ya navçeya pêk hat. Parlementerên Bajêr Şevîn Çoşkun û Mensûr Işik, Namzetê Şaredariya Mûşê Sirri Sakik, Namzetên Şaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçû, namzetên Şaredariya Mazgirtê, rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyan beşdar bûn. HDP’î rastî eleqe û keyfxweşiyek mezin hatin. Di hevdîtinê de bê navber dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Şehîd namirin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedana zindana’ hatin berz kirin.

Parlementer Şevîn Coşkûn di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Bi hezaran kes li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Em hemû çalakgeran silav dikin. Leyla Guven rûmeta me ye. Vê çalakiyê dîwarên zindanan derbas kir û belavî cîhanê bû. 4 cenaza ji zindanan derketin. Berpirsê van hemû mirinan hikûmet û Wezareta Dadê ye. Dê nekarin ji bin vî barî derkevin.”

Parlementer Mensûr Işik piştî Coşkûn axaftinek kurt kir. Işik grevên birçîbûnê nirxand û ev tişt anî ziman: “Serlêdana parêzeran qebûl nakin. Dibêjin ku ‘koster an jî hewa xirab e.’ Ji vê derê bi awayekê pir zelal dibêjim a xirab feraseta we ye. Ger hişmendiya we ne xirab bûya, we ji bo 6 milyon dengê xwe dane HDP’ê nedigotin terorîst. Êdî desthilatdariya van riziyaye, dê hilweşe.”

Her wiha namzetê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik jî ji welatiyan xwest herin ser sindoqan û xwedî sindoqan derkevin. MÛŞ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar