Rûsyayê ragihand ku li Idlibê komên çete yên di bin kontrola Erdogan de hemû derbasî El Nûsrayê bûne û dê rewşa li Idlibê heta dawiyê berdewam nake
Rûsyayê têkildarî komên çete yên ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan her kêlî piştgiriya wan dike û li qada navneteweyî ji bo wan dîplomasiyê dixebitîne daxuyaniyeke balkêş da. Alîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov diyar kir ku li Idlibê hêzên muxalîf nemane û hemû komên çete derbasî bin sîwana El Nûsrayê bûne.
Siromolotov da zanîn ku ji welatên cuda gelek terorîst hatine li Idlibê kom bûne û wiha got: “Hemû cihan ji bo ku vê rewşa li Idlibê weke xwe bimîne, dengê xwe bilind dike. Lê ev rrewş heta dawiyê berdewam neke.” Siromolotov lihevkirina di navbera wan û Tirkiyeyê de jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Diviya Tirkiye bi derxistina komên çete re mijûl bibûna, lê ev kom derneketine. El Nûsra niha hemû Idlibê kiriye bin kontrola xwe.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn têkildarî mijarê di sala 2018’an de li bjarê Soçî hevdîtinek pêk anîbûn. Erdogan di vê hevdîtinê de sponsoriya komên çete girtibû ser xwe û soz dabû Rûsyayê ku herêmeke bêçek ava bike û hemû komên çete ji vê herêmê dûr bixe. Li gel vê yekê jî jî komên çete ji Idlibê derneketin û hebûna xwe xurt dikin. MOSKOV