Bi hinceta muzikên HDP’ê yên hilbijartinê 5 kes hatin binçavkirin
Otobusa hilbijartinê ya HDP’ê ku piştî bernameya li navçeya Kopê ya Mûşê vegeriya Agiriyê, li navçeya Melezgirê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polisên ku otobusê dan rawestandin diyar kirin ku li ser biryara dozgeriyê otobusê didin rawestandin û bi hinceta di muzîkên hilbijartinê yên HDP’ê de ‘propagandaya rêxistinê’ hatiye kirin, 5 kesên di otobusê de binçav kirin.
Kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ye; Îhsan Coşkûn, Emîn Tûran, Kemal Çetîn, Sînanê ku paşnavê wî nehat hînbûn û HDP’iyek ku navê wî nehat hînkirin. Kesên ku hatine binçavkirin ji bo îfade dayînê li Miduriyeta Ewlehiyê ya Melezgirê tên ragirtin. MÛŞ