Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Demsala berxwedanê bi hêztir didome

Gelê kurd gelek hestan di nav hev de dijî. Ji aliyek ve pêşengiya serkeftin, serfiraziyên mezin û dîrokî  dike, ji aliyê din ve berdêlin mezin didin. Ji aliyek ve êş û keder ji aliyek ve şad û bextewarî. Lê çi dibe bila bibe kurd li seranserî cîhanê di rojevê de ne.

Geh bi afirandina jiyanekê nû ya li Rojava, geh bi tasfiyekirina DAIŞ’ê, geh bi pêşengiya xwe ya leşkerî û şervaniya xwe û geh bi berxwedana bêhempa ya çalakiya greva birçîbûnê li dinyayê tên axaftin. Kurd êdî bi nav û deng in.  Di her warî de kurd li ber xwe didin, jiyaneke nû û alternatîf bi neynokên xwe bi berdêlên giran, bi têkoşîneke ji dil û can diafirînin. Di destpêka sedsalê de gelê kurd belangaz, bêxwedî, bêrêxistin, bêrêber bû û lewma ji aliyê dewletên herêmê û hêzên emperyalîst ên serdest ve dihatin parvekirin. Di vê sedsalê de niha çavên cîhanê li ser gelê kurd e û dinya bi saya serê kurdan ji beleya DAIŞ’ê rizgar bû. Kurdên ku hemberî fanatîzma xaçperestan bi pêşengiya Selehadînê Eyûbî li Qudsê rawestandin û pêşketina dîrokê guherandin, niha jî fanatîzm û wehşeta DAIŞ’ê ku li ser navê îslamiyetê dihate kirin têk birin.

Yên ku dibêjin kurd bêkok û bêdîrok in, dizanin ku kurd gelekî dîrokçêker in. Sedsal ewil kurdan tenê li ser navên hêzên serdest dîrok diafirandin lê niha li ser navê xwe dîrokê diafirînin. Li ser navê xwe leşkeriyê, qehremaniyê dikin, li ser navê xwe jiyaneke nû diafirînin. Ji ber ku êdî xwedî birdoziyekê ne. Ji ber ku êdî bêrêber, bêrêxistin nîn in. Ji ber ku kurd xwediyê mûfrezeyên fedaî, xwediyê lehengên bi bawer, xwediyê rastiyeke dîrokî ne.

Carna di nav vê dema tevlihev de mirov hestiyar dibe, li hemberî evqas fedakarî, windahiyên mezin carna xemsarî bi ser mirov tê xwarê. Ger ku ev serkeftinên mezin neyên dîtin mîna ku ked û têkoşîna bêhempa ya hatiye dayîn vala diçe dixuyê. Lê ne wisa ye, her berdêleke ku tê dayîn digihîje encamekê. Kurdan encama ku îro li dinyayê bi nav û deng e bi saya serê van lehengiyên mezin bi dest xist.

Îro jî gelê kurd gav bi gav ber bi serkeftin û serfiraziyên din ve dimeşe. Qîma xwe bi têkçûna DAIŞ’ê nayne, dizane ku heya jiyana azad misoger neke dê hîn gelek caran rastî êrîşên DAIŞ’ê bên. Lewma divê kurd xwe û herêma xwe azad bikin. Ji bo vê yekê têkçûna DAIŞ’ê çiqas tiştek mezin û girîng be, serkeftina hilbijartinên heremî yên li Tirkiyeyê jî ewqas mezin û xwedî wate ye.

Ji hilbijartinan re êdî roj û saet man. Êdî çûyîna qeyûman karê saetan e. Têkçûna qeyûman berdewama serkeftina Baxozê ye. Têkçûna qeyûman bi tena serê xwe cardin afirandina îradeya siyasî ye. Di 21’ê Adarê de serkeftina Baxozê rû da, dê di 31’ê Adarê de jî serkeftina hilbijartinê rû bide. Ev encam di pîrozbahiyên Newrozê de derketibû holê.

Ji niha ve pîroz be.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar