Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rewşenbîrên navdar xwestin ku tecrîd bi dawî bibe

Rewşenbîrên navdar Slavoj Zîzek, Prof. Peter Ott, Susi Meret, Dr. Tove Skutnabb-Kangas û Joaquim Arrufat Ibanez têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê axivîn û piştgirî dan çalakvanan. Rewşenbîran xwest ku tecrîda li ser Ocalan bê bidawî bibe û rê li ber danûstandinan bê vekirin

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin kete roja 140’an. Her wiha hem li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hem li welat û hem jî li derveyî welat bi hezaran kes bi heman boneyê de di greva birçîbûnê de ne.

Têkildarî mijarê ji akademîsyen û rewşenbîrên navdar Slavoj Zîzek, Prof. Peter Ott, Susi Meret, Dr. Tove Skutnabb-Kangas û Joaquim Arrufat Ibanez ji ANF’ê bi Dervîş Çîmen re  axivîn. Akademîsyen û rewşenbîran piştgirî dan Leyla Guven û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe.

Zîzek: Li Tirkiyeyê rejîmeke zordar heye

Der barê mijarê de Slavoj Zîzek diyar kir ku mimkun nîne kesek bibêje li Tirkiyeyê demokrasî heye û wiha domand: “Rejîm encax bi gotinên xedar û zordar dikare bê pênasekirin. Li Tirkiyeyê, ji bo kesên aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin ji bilî diyaloga bi kurdan re alternatîfeke din nîne. Astengiya li pêşiya vê diyalogê ji bilî hilweşîn û girankirina êşê tiştekî din bi xwe re nîne. Ji ber vê yekê ez piştgiriyê didim daxwaza Leyla Guven û bi hezaran mirovên li çar aliyên dinyayê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya Ocalan ketine greva birçîbûnê. Bidawîkirina tecrîdkirina birêz Ocalan û destpêkirina diyalogeke nû ya ji bo aştiyê, dê li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê veke.”

‘Em neçar in danûstandinan bikin’

Prof. Peter Ott jî di serî de bal kişand ser gotina ‘Heval’ û ev nirxandin kir: “Wateya vê gotinê gelekî zelal e. Heval. Rizgariya vê dinyayê bi jinûve avakirina li ser bingeha hevaltiyê dibe.Em neçar in bi hev re biaxivin. Em neçar in danûstandinan bikin. Divê tecrîdkirina Ocalan û girtiyên siyasî hemû tavilê bê bidawîkirin.”

Rewşenbîr Susi Meret jî anî ziman ku ew piştgiriyê dide çalakvanên greva birçîbûnê û sedema wê wiha vegot: “Ji ber ku hewl didin ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê û yên li welatên cîran re çareseriyeke aştiyane ya mayinde bibînin. Ez dixwazim ku Ocalan bê berdan.”

‘Ocalan Mandelayê Tirkiyeyê ye’

Têkildarî mijarê Dr. Tove Skutnabb-Kangas jî di serî de pirsa; ‘Gelo siyasetmedarên tirk dê kengî bi aqil tevbigerin?’ kir û wiha derbirî: “Divê kesên ji bo çareseriyê xwedî proje, bên berdan. Bi dehan sal in bi hempîşeyên xwe yên kurd ên her çar parçeyan re dixebitim. Min gelek caran serdana Kurdistana Iraq û Tirkiyeyê kir. Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê mafên mirovan ên bingehîn ên kurdan nas nake. Bi taybet jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê. Xuyaye siyasetmedarên tirk jê ditirsin. Bi dehhezaran kurd hatin girtin, îşkencekirin, kuştin û hwd. lê berxwedana kurdan bi wêrekî mezin dibe û kurd li çareseriya demokratîk a aştiyane digerin. Fîgurê herî girîng, Nelson Mandela yê Tirkiyeyê Abdullah Ocalan e ku bi pêşniyarên xwe tê naskirin. Ocalan hîn jî tecrîdkirî ye. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi berxwedaneke mezin a greva birçîbûnê daxwaz tê kirin ku dawî li vê tecrîdê bê anîn. Ez ji dil bi van mirovên bi wêrek re me. Gelo dinya li pêşberî vê çi dike? Ji bilî firotina çekan a ji bo artêşa tirk, tiştekî nake.”

‘Gelê katalan kurdan bêhtir fêm dikin’

Herî dawî jî rewşenbîr Joaquim Arrufat Ibanez ê katalan axivî û ev tişt destnîşan kir: “Em katalan, ji her demê bêhtir hêrs û têkoşîna we ya li dijî bêedaletiyê fêhm dikin. Em her roj baştir dibînin bê qanûn çawa li dijî mafên mirovan tên bikaranîn û bêedaletî bûye hêza nû ya desthilatdariyê. Em jî mîna we li pişt dîwarên girtîgehên wan neçar mane siyasetê bikin. Em bedena xwe ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe bi kar tînin, kolanan jî ji bo rêveberiya mirovî, paşerojeke aram û bi hurmet bi rêxistin dikin. Çawa ku dîlgirtin û tecrîdkirina Ocalan bûye sembola navneteweyî ya tecrîd û dîlgirtina kurdan, sîstema demokratîk a qels a desthilatdariya faşîst a 40 salan ku piştî şerê navxweyî ava kir, 1’ê cotmeha 2017’an hilweşandina sindoqên me yên hilbijartinê jî bûye sembola wê ya întixarê.” PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar