Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hevalê Zulkuf Gezen ê girtîgehê qala Gezen kir

Hevalê girtîgehê yê Zulkuf Gezen, Çiyager Dervîş der barê Gezen de axivî. Dervîş got ku Gezen di dadgehê de seknekî milîtanî û apoyî nîşan dabû û wiha got: “Dema di girtîgehê de di got; ‘divê mirov hînî girtîgehê nebin û van deveran bi serê dijmin de birûxînin.’ Gezen êdî azad e.”

Girtiyê ji doza PKK’ê Zulkuf Gezen di 17’ê adarê de li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dabû. Der barê Gezen de, hevalê wî yê girtîgehê Çiyager Dervîş ji nûçegihanên ANF’ê bi Serhed Denîz Tendurek re axivî.

Çiyager Dervîş anî ziman ku Zulkuf Gezen li dijî polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî ciwanên li Amedê, bi taybetî polîtîkayên têkbirina ciwanên Sûrê, ciwan bi rêxistin dikir û wiha domand: “Li girtîgehê em du salan li heman blokê û şeş salan jî li heman zindanê bi hev re man. Gezen bi çanda Sûrê mezin bûbû. Li dijî hêzên çekdar ên dewleta tirk û kontrayên wan ên hewl didan li Sûrê bi cih bibin, çalakiyeke di cih de kir. Bi vê yekê re nehişt ku çete li Sûrê bi cih bibin.”

Sekna Gezen a li dadgehê

Dervîş diyar kir ku Gezen ji ber mikurhatina îtirafkarekî dîl hate girtin û li dijî her şêwe lêpirsîn û îşkenceyê sekneke xurt nîşan da. Dervîş wiha pê de çû: “Bi helwesta ‘hûn dagirker in, dadgehên we yên derewîn nikarin min dadgeh bikin’ helwest li dijî dijmin nîşan da. Dadgeha cezayên giran ên wê demê nekarî xwe li vê sekna milîtanî û Apoyî rabigire û du caran cezayê heta bi hetayê, bi dehan sal jî cezayê girtîgehê li hevrê Zulkuf birî. Hevalê Zulkuf dema ev bihîst ji kêfa dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîriya.”

Bîranîna bi Gezen re

Herî dawî jî Çiyager Dervîş ev tişt anî ziman: “Hevrê Zulkuf li zindanê her tim di got;  ‘Zindan li dijî xwezaya mirovan, bi taybetî jî li dijî xwezaya ciwanan e. Divê mirov hînî van deveran nebin. Divê mirov rêyekê bibînin û van deveran bi serê dijmin de birûxînin. Ez ê vê bikim, di vê mijarê de bi biryar im’. Tu caran zindan qebûl nekir û timî hewl dida ku azad bibe. Gezen azad bû û divê em xwedî li bîranîna wî derkevin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar