Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Temellî ji Bismilê banga xwedîderketina sindoqan kir

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Bismilê bi gel re hat gel hev. Temellî ji her kesî xwest ku teqez roja hilbijartinê biçin dengê xwe bi kar binin û xwedî li sindoqan derkevin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, di çarçoveya  xebatên hilibjartinê de li navçeya Bismilê ya Amedê bi gel re hat cem hev. Temellî li gel baran û gijlokê (zîpik) bi girseyî hat pêşwazîkirin. Dema karwana HDP’ê ket navçeya Bismilê, girseyê heyet bi def û zurneyan pêşwazî kir. Tevî baran û zîpikê bi hezaran Bismilî li Qada Newrozê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz gel silav kirin. Parlamenterên HDP’ê û namzeta HDP’ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen jî dev li mitîngê bûn. Gel di mîtîngê de bê navber dirûşmên ‘HDP gel e, gel li vir e’, ‘Leyla Guven rûmeta me ye’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana zindana’  berz kirin. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî piştre derket ser dikê û gel silav kir.

Temellî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û anî ziman ku Leyla Guven 140 roj in li dijî tecrîdê di grevê de ye û 140 roj in li vî welatî li dijî bê hiqûqî û bê edaletiyê têdikoşe. Temelî da zanîn ku li Hewlerê Nasir Yagiz û li hemû deverên cîhanê hevalên wan li dijî tecrîdê di grevê de ne û wiha domand: “Dixwazin tecrid bi dawî bibin. Dixwazin ev bê hiqûqî û bê edaletî bi dawî bibe. Em ê nemirin, em ê bijîn û li ber xwe bidin. Heta tecrida li Îmraliyê bidome, edalet û hiqûq naye vî welatî. Em dibêjin bila tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin birêz Ocalan bi rêk û pêk bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike.”

Dê gel bi ser bikeve

Tememllî xwest teqez her kes roja hilbijartinê biçin dengê  xwe bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin û da zanîn ku di vê hilbijartinê de gel û HDP dê bi ser bikevin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar