Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Malbatên girtiyan bang li wezîrê dadê û CPT’yê kir

Malbatên berxwedêrên di çalakiya greva birçîbûnê de ji bo hevdîtina bi wezîrê dadê re, ji Stenbolê hatin Enqereyê. Malbatên ku hevdîtina wan hatibû redkirin, îro beriya ku biçin wezaretê li ÎHD’ê daxuyanî dan. Malbatan diyar kir ku ew dixwazin di zûtirin dem de daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin û heta ku bi wezîrê dadê re hevdîtinê dikin jî dê ji Enqereyê neçin

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û bi hezaran kes, li welat û derveyî welat ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Malbat û xizmên kesên di greva birçîbûnê de ji bo ku daxwazên zarokên xwe ragihînin, ji Stenbolê hatin Enqereyê û xwestin ku bi wezareta dadê re hevdîtinê bikin. Lê daxwaza malbatan hate redkirin û nehiştin ku malbat bikevin avahiya wezaretê.

Malbat û Dayikên Aştiyê bi heman boneyê xwestin îro careke din biçin wezareta dadê. Beriya ku biçin jî li şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de di serî de xwişka Yuksel Koç, Cahîde Yildirim axivî û ev tişt destnîşan kir: “Birayê min li Strasbourgê ev 101 rojin di greva birçîbûnê de ye. Dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ger ev tecrîd bi dawî bibe, dê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan jî bi dawî bibe. Ev 2 roj in em dixwazin bi wezarata dadê re hevdîtinê bikin lê nehat qebûlkirin. Em dengê xwe bilind dikin lê dewlet naxwaze dengê me bibihîze. Heta ku dengê me tê qebûlkirin, em ê li ber wezaretê rûnin. Ji ber ku dewlet dengê me guhdar nake, me 5 can dan. Gelo ma edalet ev e?”

Rewşa girtiyan di astekî krîtîk de ye

Dayika girtiya bi navê Newroz Bozkurt ku 21 salin di girtîgehê de ye Sultan Bozkurt jî got ku keça wê ji 8’ê adarê ve di grevê de ye û wiha pê de çû: “Ji 1’ê adarê ve zêdetirî 7 hezar girtî ketin grevê.  Rewşa çalakvanên di grevê de nebaş e û tenduristiya wan di rewşeke krîtîk de ye. Divê tecrîd di zûtirin dem de bi dawî bibe. Ji bo hevdîtina bi wezîrê dadê re em ji Stenbolê hatin vir. Daxwaza dayikan edalet, aştî û azadî ye. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Em dixwazin di zûtirin dem de dengê zarokên me bê bihîstin û tecrîd bi dawî bibe. Ger wisa nebe dê cenazeyên wan ji girtîgehê derkevin. Êdî dem nemaye û em dixwazin di zûtirin dem de bi wezîrê dadê re hevdîtin bikin.”

‘Em mirinan naxwazin’

Sakîne Goregen ku kurê wê li Girtîgeha Maltepeyê di grevê de ye jî bang li CPT’yê kir ku daxwazên wan û zarokên wan pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin. Munube Koç a ku birayê wê li Girtîgeha Patnosê ji 1’ê adarê ve di grevê de ye jî wiha got: “Ger ku tecrîd bi dawî bibe dê hemû dest ji grevê berdin. Zarokên me çalakiyên fadaî pêk tînin. Em mirinê naxwazin. Me xwest bi wezîrê dadê re bi civin lê polîsan dor li me girt. Ev jî tecrîd e. Êdî tecrîd li her derê ye. Heta ku em bi wezîrê dadê re dicivin, em ê ji vir neçin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar