Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Êlihî dîsa dibêjin HDP

Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo HDP’ê heye û bi dehan kuçe û kolanên bajêr li gel astengiya polîsan jî bi alên HDP’ê hatine xemilandin. Li bajêr herkesê ku diaxive bi awayekî vekirî piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê tîne ziman û bertek nîşanî pêkanînên qeyûmên AKP’ê didin

Em piştî Mêrdînê vê carî derbasî bajarê berçemiyan Êlihê bûn. Êlih ji ber ku li ber Çemê Batmanê hatiye avakirin ji mirovên Êlihê re berçemî tê gotin. Berovajiyê bajarên din ên Kurdistanê Êlih bajarekî  ciwan e û di sala 1990’î de bûye bajêr. Li gel ku di salên dawî de bûye bajêr jî di seriya 400 hezarî de nifûsa bajêr heye. Her wiha ji ber koçberbûna ber bi pê her ku diçe nifûsa bajêr zêdetir dibe. Hejmareke zêde koçerên ku ji Sêrt û Şirnexê û toriyên ku ji navçeya Kerboran a Mêrdînê hatine, li bajêr bi cih bûne, hene.

Şaredariya Êlihê ji sala 1999’an heta sala 2016’an ji aliyê HDP û partiyên pêşiya HDP’ê ve dihat birêvebirin. Lê sala 2016’an dema ku ji aliyê hevşaredar Sabrî Ozdemîr û Gulistan Akel ve dihat birêvebirin, ji aliyê desthilata AKP’ê ve hat dagirkirin û qeyûm tayînî şûna Ozdemîr û Akel hat kirin. HDP ji bo ku şaredariyê bi dest bixe, destpêkê Sabrî Ozdemîr û Songul Korkmaz namzet nîşan da lê ji ber ku namzetiya Ozdemîr ji aliyê YSK’ê ve nehat qebûlkirin HDP’ê niha li şûna Ozdemîr, Mehmet Demîr namzet nîşan daye.

Mirovên çiya ne!

Roja ku ji Mêrdînê derbasî Êlihê bûm, ji bo hînkirina rewşa bajêr destpêkê bi hevalekî xwe yê ku bi salane li bajêr mamoste ye re hatim gel hev. Mamoste pirsên min ên têkildarî bajêr weke ku pirsên xwendekarekî bi bersivîne, bersivand û hemû hûrgiliyên bajêr ji min re vegot. Bi vegotina mamoste re min bajêr li ber çavên xwe re derbas kir, bernameya xwe ya roja din derxist, xatirê xwe ji mamoste xwest û ber bi mala ku ez ê bi şev lê bimînim ve çûm. Mamoste jî weke her êlihiyî ji serkeftina HDP’ê bawer e.

Roja din serê sibê min li taxa Pazaryerî ku gelek koçer lê hene dest bi rojê kir. Li taxê li ber bînaya her koçerî gomên ku bi pîrketan hatine çêkirin û ser wan bi pranda û naylonan hatiye girtin hene. Ji van goman bîna sewalan ku dişibe bîna misk û emberê tê. Di nav vê bînê de ez rastî komeke jin û zilamên koçer ku xwe dane ber dîwarekî û sohbet dikin hatim. Min silav da wan û pirsa hilbijartinê ji wan kir. Ji komê Ahmet Gezer û Menîce Çelîk pirsa min bersivandin û gotin ku ew mirovên çiyayî ne û ji bilî HDP’ê dengê xwe nadin tu partiyê din.

Sohbeta me bi kalê Ahmet re xurt bû û min sedemê xwedîkirina wan a sewalan a li nav bajêr pirsî. Kalê Ahmet pirsa min wiha bersivand: “Bi Xwedê em jî zanin ku em bi xwedîkirina sewalan mirovên bajarvanî aciz dikin lê em çibikin ji bo debara xwe mecbûrên ku sewal jî xwedî bikin. Îş û karekî me tune ye, em jî mecbûrên ku ji xwe re sewal xwedî bikin û zikê xwe û zarokên xwe pê têr bikin. Divê şaredarên me yên nû ji bo me û sewalê me çareseriyek bibînin. Bila ji bo me li derveyî bajêr cihek çibikin û em bişînin wêderê.”

Ji bo partiya xwe dixebite

Piştî vê koma ku ji bilî axaftinê nahilên ez wêneyê wan bikişînim, rastî kalê koçer Osman Tank ku di nav bînayan de xwe daye ber 2 mih, 2 bizin, kar û berxekî hatim. Berî ku ez xwe bigihînimê ji dûr ve wêneyên wî dikişînim. Kalê Osman wekî ku li zozanê Şerefdînê yê Çewlîgê be tûrikê wî li milê wî û gopalê wî jî di destê wî de ye û li ber serê mih û bizinên xwe ye. Kalê Osman jî wekî koma beriya xwe diyar kir ku ew dengê xwe dide xwe û wiha got: “Ma tu ji bo karê xwe naxebitî. Em jî ji bo partiya xwe dixebitin. Xwedê hez bike em ê roja 31’ê adarê dengê xwe bidin partiya xwe HDP.”

Piştî ku kalê Osman ji min re diyar kir ku termûsek çay û hinek xwarin di tûrikê wî de ye, ez ji cem veqetiyam û çûm buroya HDP’ê ya li Bûlvara Koçeran. Kesên li buroyê diyar kirin ku şeva borî buroya wan rastî êrîşa polîsan hatiye û polîsan xwestiye alên li derdora buroyê hatine daleqandin daxînin. Ciwanekî ku li dijî vê yekê derketibû û  ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, ji min re axivî û diyar kir ku polîsan di maşîna xwe de lê dane û jê re gotine ku careke din wî li HDP’ê nebînin û di hilbijartinê de dengê xwe nede HDP’ê.

Dengê xwe didin partiya gel

Ez ji vir jî derbasî sûka Êlihê bûm. Li sûkê zabita berî kesên ku li ser tabloyan sê teker şînkayî difiroşin didin û nahêlin tiştekî bifiroşin. Ez çûm cem wan û sedema vê astengiyê pirsî. Mehmût Çiftçî ku li ser tabloyê Pîrkalaçkê difiroşe diyar kir ku çavê qeyûm ketiye loqekî nanê ku didin zarokê xwe û wiha got: “Zabitayên xwe bi ser me ve dişîne. Her roj karê me û zabitayan ev e. Xwedê ji wan re nehêle. Kengî hilbijartin bihatina û em ji van xelas bûna. Dema şaredarî di destê DBP’ê de bû tiştekî wiha nedikirin.”

Zabitayan jî da zanîn ku ew ne bi serê xwe ne û bi fermana qeyûm vê yekê dikin. Min ji wan pirsî ku dê dengê xwe bidin kîjan partiyê. Di ber xwe de bişirîn û gotin ku gel dengê xwe bide kîjan partiyê dê ew jî dengê xwe bidin wê partiyê û ev tişt gotin: “Em mirovên qeyûm in. Em berî qeyûm jî di kar de bûn. Gelek tiştên ku em naxwazin bikin, ji mecbûrî dikin. Ji me re bibêjin çi em jî wî dikin. Ma qey em dixwazin gelê me mexdûr bibe û tiştek nefiroşe. Ev der ber kamera ye. Cihên ku kamera tunebin em jî dengê xwe ji wan re nakin û ew îdare dikin.”

Ger û geşta min a nav bajêr didome. Ber derê Qeweya Karkeran ji mirovan dikele. Min xwe lê girt û rewşa hilbijartinê ji kesên lê runiştîne jî pirsî. 3 kesên ku li ser maseyekî rûniştîne, bi şertê ku ez ê wêneyê wan nekişînim û navê wan nenivisînim ji min re axivîn. Dibêjin ku HDP ji zûde ve li Êlihê bi ser ketiye û qala gotinên Erdogan ên têkildarî kurdan dikin û dibêjin ku ew ji bersivdayîna Erdogan re amade ne. Rêjeya dengê HDP’ê jî ji min re anîn ziman û gotin ku dê HDP ji hilbijartinên beriya niha zêdetir dengan ji Êlihê bigire. Bal dikişînin ser namzetên HDP’ê jî û diyar dikin ku dê HDP kî namzet nîşan bide dengê xwe bidin HDP’ê.

Herkes aciziya xwe tîne ziman

Ez ji vîr jî ji bo ku bi namzetan re hevdîtin pêk bînim derbasî avahiya HDP’ê ya bajêr bûm. Li avahiyê hîn bûm ku her du namzet jî ji bo beşdarî merasîma cenazeyê berxwedêrê çalakiya greva birçîbûnê Zulkîf Gezen ku li girtîgeha lê dima dawî li jiyana xwe anîbû, bibin derbasî Amedê bûne. Li ser vê yekê jî derbasî lokala hilbijartinê ya HDP’ê ya li ser Kolana Amedê bûm. Lokal bi hezaran alên HDP’ê hatiye xemilandin û bi dehan kes lê rûniştîne. Piştî silav dayînê li lokalê rûniştim û tiştên lê tên axaftin guhdar kir. Ji ber helwesta dewletê ya li hemberî cenazeyê berxwedêr Gezen bertekek tund li hemberî AKP’ê heye û herkes aciziya xwe tîne ziman.

Li gel hemû astengiyan jî li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo HDP’ê û namzetên wê heye. Ji bilî namzetên HDP’ê namzetê AKP-MHP’ê Mûrat Guneştekîn jî di nav de hema bêje li bajêr qala tu namzetî nayê kirin. Ji ber vê eleqeya zêde berovajiyê bajarên din li Êlihê li gelek kuçe û kolanan alên HDP’ê hatine daleqandin. Ji vê eleqeya zêde ya ji bo HDP’ê ji niha ve mirov bi hêsanî dikare bibêje ku HDP’ê dê li bajêr bi ser bikeve û ferqeke mezin biavêje hevrikên xwe.

Dê saziyên jinan zêde bikin

Rojek piştî ku em li kuçe û kolanên bajêr geriyan, li derveyî bajêr li sê rêya di navbera Êlih, Hezo û Farqînê de bi namzetên hevşaredariya Êlihê yên HDP’ê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz re hatin gel hev. Her du namzetan qala pirsgirêkên Êlihê kirin û projeyên xwe yên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan anîn ziman.

Namzet Songul Korkmaz ku di nav malbateke welatparêz de mezin dibe û ji zarokatiya xwe ve Tevgera Azadiya Kurd dinase diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êlihê bûye namzet û têkildarî pirsgirêkên jinan ên Êlihê ev tişt anîn ziman: “Jinên Êlihê polîtîk in. Ji ber vê yekê pirsgirêkên xwe zanin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan her kêlî xwe digihînin me. Dema em bên hilbijartinên hemû saziyên me yên jinan ku ji aliyê qeyûm ve hatine girtin vebikin û bi vê yekê pirsgirêkên jinan hê hêsantir çareser bikin.”

Korkmaz da zanîn ku li gel vekirina saziyên jinan ên ku qeyûm girtine her wiha dê hejmara saziyên jinan zêde bikin û wiha got: “Wek mînak heta ji destê me bê dê li hemû taxan saziyên jinan vebikin. Ji bo jin tev li jiyana aborî bibe dê atolyeyên kar jî vekin û her wiha ji bo beşdarbûna jinê ya van atolyeyan neyê astengkirin nêzî van atolyeyan kreşên pirzimanî yên zarokan jî vekin.” Korkmaz herî dawî destnîşan kir ku ji aliyê gelê Êlihê ve bi awayekî baş tên pêşwazîkirin û got ku pergala hevserokatiyê li Êlihê hatiye rûniştin.

Gel ji wan bi hêvî ne

Namzet Mehmet Demîr jî diyar kir ku her çiqas bijîjkiyê kiribe jî ji siyasete dûr nemaye û wiha qala xebatên xwe yên hilbijartinê kir: “Em li taxan rasterast bi gel re tên gel hev, serdanên saziyên sivîl û kedkaran dikin û armanc û projeyên xwe bi wan re parve dikin.” Demîr jî wekî Korkmaz destnîşan kir ku gelek pirsgirêkên Êlihê hene û wiha got: “Piştî ku em bên hilbijartin dê bi gel re bên gel hev û bi biryarên hevpar van pirsgirêkan çareser bikin. Bi vê rêbazê gelê me biryara çareserkirina pirsgirêkan bide û em ê jî çareseriyê bikin meriye  tê.”

Demîr bal kişand ser pirsgirêka xwedîkirina sewalan nav bajêr jî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Em bi biryar in ku pirsgirêka xwedîkirina sewalan a koçeran a nav bajar çareser bike. Em ê ji van mirovên xwe re nebêjin bi sewalên xwe re derkevin derveyî bajar. Em ê bi wan re bên gel hev û bi biryareke hevpar ji bo xwedîkirina sewalan, li derveyî bajêr ji wan re navendek amade bikin. Em ê bikin kesên ku li nav bajêr 10 mihî xwedî dikin dê bikaribin li vê navendê 100 mihî xwedî bikin. Ev yek dê hem ji bo aboriya wan û hem jî ji bo aboriya bajêr gelek baş be.”

Demîr da zanîn ku ji ber gelê Êlihê wan weke zarokên xwe dibîne bi dilxwaziyeke mezin wan pêşwazî dike û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hêviyên gelê me ji me zêde ne. Em jî di baweriyê de ne ku dê van hêviyên wan vala dernexin û ji pirsgirêkên Êlihê re çareserî bibînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar