Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li girtiyên di grevê de cezayê disiplînê hat birîn

Piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, zexta li ser girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêde bûn. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê ji ber ku girtî ketine greva birçîbûnê û piştgirî dane çalekiyê, cezayê disiplînê lê hat birîn

Berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê yê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam in. Çalakiyên ku bi pêşengiya hevseoka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven destpêkirin, li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî pêl bi pêl mezin bû.

Bi destpêkirina çalekiyên greva birçîbûnê re, zext û zordariya li ser girtiyên di greva birçîbûnê de jî zêdetir bûn. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê bi hinceta ku destekê didin girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, li 3 girtiyên nexweş û 11 girtiyên di greva birçîbûnê de mehek cezayê disiplînê hate birîn.

Navên kesên ku ceza lê hatiye birîn

Hat zanîn ku midûriyeta girtîgehê der barê Mehmet Emîn Vûral, Sûat Şîmşek, Alaaddîn Eleîd, Ahmet Aksû, Yûsûf Bûdak, Mehmet Alî Genç, Zahîr Şen, Abdullah Yilmaz, Mazhar Guler, Ergun Acar û Bariş Rojvan ku ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ne û der barê Veysel Bûrkay, Mehmet Ozturk û Kemal Ozelmali de lêpirsîn da destpêkirin.

Qanûnan berevajî dikin

Di ewraqa lêpirsînê de hat diyarkirin ku Bûrkay, Ozturk û Ozelmali ji ber nexweş in neketine greva birçîbûnê lê belê destekê didin greva birçîbûnê. Di ewraqê de hat derpêşkirin ku ketina greva birçîbûnê sûc e û ji ber vê yekê jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Girtiyan jî di parastina xwe de diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê çalakiyekî qanûnî ye û mafekî hiqûqî ye. Girtiyan destnîşan kir ku dixwazin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û loma jî ketina grevê.

Hat zanîn ku di 8’ê adarê de lêpirsîn bi dawî bû û li girtiyan cezayê disiplînê hate birîn. Bi vê yekê re girtiyên ku ev cezaye lê hatiye birîn, dê nekarin mehekê tev li çalakiyên spor û çandî bibin. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar