Malbatên girtiyan xwestin ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Daxwaza malbatan hat redkirin. Bendemayîna malbatan a li ber wezaretê di roja 3’yemîn de didome
Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi pêşengiha Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kiriye û 141 roj in berdewam dikin. Malbatên girtiyên 103 roj in di greva birçîbûnê de ne ji Stenbolê çûbûn Enqereyê. Malbat ji bo bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtin bikin di roja 3’yemîn de li ber wezaretê kom bûn. Malbatan xwest daxwaza girtiyan ji rayedaran re ragihînin lê carek din daxwaza hevdîtinê ya malbatan ji aliyê rayedarên Wezareta Dadê ve hat redkirin.
Malbatên dixwazin bi raydarên wezaretê re hevdîtin bikin bi biryarin û bendemayîna wan didome. ENQERE