Platforma KESK’ê ya Wanê bi daxuyaniyeke çapemenî binçavkirin û girtinên endamên xwe şermezar kirin û xwest demildest hevalên wan bên berdan
Li Wanê di 20’ê adarê de polîsan bi ser malan de girtin û endamên KESK’ê jî di nav de 25 binçavkiribûn û ji 25 kesan, 11 jê hatibûn girtin. Platforma KESK’ê ya Wanê derbarê endamên xwe yên hatin girtin de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya KESK’ê hat lidarxistin. Hevseroka SES’ê Fatma Arslan daxuyanî da û girtina hevalên xwe şermezar kir.
Arslan diyar kir ku kesên îtîrazî xizantî, bêedaletî, ne hiqûqî, kedxwariyê dikin, dibin hedef û wiha got: “Rêvebera şaxa me ya SES’ê ya Wanê Gursel Yamaç li kargeha wî kelepçe kirin û binçav kirin. Hewl didin beşên mûxalîf bitirsînin û pêla tirsê belav bikin. Ev jî dide nîşandan ku ew ê di hilbijartina herêmî de winda bikin. Ji bo ku bi me gavê paşve bidin avêtin, polîtîkayên xwe yên binçavkirin û girtinê bi awayekê pergalî kirine dewrê. Lê em ê tu carî gavan paşve neavêjin. Em binçavkirin, girtin û darizandinên hevalên xwe şermezar dikin. Demildest hevalên me berdin û dawî li vê bêhiqûqiya xwe bînin.” WAN