Li navçeya Menderes a Îzmîrê êrîşî wesayîta HDP’ê ya hilbijartinê hate kirin. Wesayîta dan ber kevinran, birin qereqola polîsan
Wesayîta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a hilbijartinê li navçeya Menderes a Îzmîrê rastî êrîşa faşîstan hat. 4 HDP’yiyên dema li navçeya xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin ji aliyê 15 kesan ve pêşiya wesayîtê hat birîn, koma faşîst bi keviran êrîşî wesayîtê kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê, wesayît û 4 HDP’yî birin qereqolê û li ser bûyerê agahî girtin û wêne kişandin. Lê belê der barê koma faşîst a êrîşkar de tu lêpirsîn nehat destpêkirin. ÎZMÎR