Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtiyên di grevê de: Çalakiya me ji bo gelê kurd bangeke

Girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne bi rêya malbat û nameyan têkildarî çalakiya xwe agahiyan dan. Girtiyan diyar kirin ku bedel çi dibe bila bibe heta gihiştina armanca xwe dê çalakiya xwe bidomînin. Her wiha girtiyan da zanîn ku ev çalakiya wan ji bo gelê kurd bangeke û xwestin gelê kurd ne ji bo wan ji bo xwe li ber xwe bidin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 142’yemîn de didome. Piştî Guven li hîn girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî komeke girtî di 16’ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Lê çalakiyên ku di 16’ê kanûnê de li hîn girtîgehan ve hatibû destpêkirin, di 1’ê adarê de li tevahî girtîgehan belav bû û niha bi hezaran girtî bi heman armancî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Roja ku girtî dest bi grevê kirine her roj bi rêya malbat an jî nameyan hewl didin rewşa girtî û girtîgehan ragihînin. Hemû girtiyên ku ketine grevê di peyamên dişînin de diyar dikin ku ew ji aliyê moralê ve gelek baş in, di çalakiya xwe de bi biryar in û heta daxwazên wan bi cih neyê dê berxwedana xwe bidomînin.

‘Em li pişt doza xwe ne’

Huseyîn Bîlge ku bi Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Tekîrdagê di rojên borî de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, di heman girtîgehê de ye ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye. Bîlge bi hevkariya malbata xwe di peyama ku şande wiha got: “ Em li pişt vê dozê ne. Em ji bo vê dozê amade ne ku heta dawî li ber xwe bidin. Meşaleya hevalê Zulkuf girtiye berxwedana me xurt kiriye. Çi dibe bila bibe em ji bo vê amade ne. Çi bikeve ser milên me em ê bikin. Heta daxwaza me pêk neyê em ê bidomînin. Em baş dizanin ku dê çi bibe. Çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin.”

‘Moralê me ji tenduristiya me baştir e’

Girtiyê bi navê Vedat Duyuş ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ye û ji 5’ê Çileyê heta niha di greva birçîbûnê de ye jî di nameya ku şande diyar kir ku tenduristiya wan nebaş be jî moralê wan gelek baş e û ev peyamê da: “Moralê me pir zêde ye. Em baş in. Hûn dizanin; Em biqasî bimrin ji jiyanê hez dikin. Ji ber vê dê greva me heta dawiyê bidome. Hevala Medya ya li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye, armanca vê berxwedanê daniye holê.  Hem em hem jî gelê me ji bo jiyana xwe dest ji vê têkoşînê bernade. Tenduristiya me ne baş e lê moralê me bilind e. Tu tişt bi me nikare şûnde gavê bide avêtin. Em ê teqez bi ser kevin.”

Kesek nikare gavê bi me şûnde bide avêtin

Girtiyên bi navê Samî Ozturk, Abdullah Oral û Bahoz Ozer ên 90 roj in li Girtîgeha Buca ya Kiriklarê di grevê de ne bi hevkariya malbatên xwe peyamek şandin û dan zanîn ku çi dibe bila bibe dê heta dawiyê dest ji berxwedana xwe berneden û wiha gotin: “Em li vir li ber xwe didin. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Kî dibêje çi bila bêje kes nikare bi me şûnde gavê bide avêtin. Heta daxwaz neyên qebûlkirin, heta tecrîd ranebe dê têkoşîna me bidome.”

‘Tirsa me ji kesekî tuneye’

Girtiyê bi navê Hamza Dogrûl ku ev 104 roj in li Girtîgehan Hejmar 5 a Sîlîvriyê di grevê de ye, bi hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re, têkildarî çalakiya xwe peyam da û diyar kir ku bedela wê çi dibe bila bibe dê çalakiya xwe bidomînin.

Dogrûl bi rêya malbata xwe bertek nîşanî bêdengiya heyî da û wiha behsa biryardariya  xwe kir: “Ev desthilatar pir bêhêze. Ji ber tirsa xwe êrîşê kurdan dike. Tirsa me ji kesekê tuneye û em ji bo hemû tiştî amade ne. Ev berxwedanek fedaî ye. Em di berxwedana xwe de bi biryar in. Ez dixwazim ji gelê me re vê yekê bêjim; Divê gel li dor vê berxwedanê bibe xelek û berxwedanê mezin bike. Di şexsê Abdullah Ocalan de, tecrîdeke girankirî li ser civakê heye. Bi rakirina tecrîdê re dê hizûr were. Ji bilî vê bila kes ne li benda hizûrê be.”

Bang li gelê kurd kir: Ne ji bo me ji bo xwe li ber xwe bidin

Her wiha Dogrûl ji bo bilindkirina berxwedanê ev bang li gelê kurd kir: “Çalakiya me ji bo gelê kurd bangek e. Ev çalakî ji bo we û ev çalakger jî zarokên we ne. Bila kes ne li bendê be ku em ê bêdeng bimînin û temaşe bikin. Em ê bêdeng nemînin û neşopînin. Me li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin û em ê hin xurtir li ber xwe bidin. Gelê kurd divê bi awayekê xurt xwedî vê çalakiyê derkeve. Hêviyên me ji gelê me, şoreşger û demokratan hene. Ne ji bo me ji bo xwe li ber xwe bidin.”

Şertên li girtîgehan giran bûne

Bi heman armancî girtiyê bi navê Agît Yildiz ku ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di grevê de ye, bi hevdîtina telefonê ya bi malbatê xwe re derbarê çalakiya xwe de peyam şand.

Di destpêka peyama xwe de Yildiz diyar kir ku şertên li girtîgehê pir zor bûye û rewşa tenduristiya 5 girtiyên di 16’ê kanûnê de dest bi grevê kirin krîtîk e û got ku rayaderên girtîgehê vîtamînên wek B1, B12, xwê û şekir nadin wan.

‘Em hewl didin berxwedana xwe bikin xeta berxwedan Ocalan’

Yildiz bal kişand ser çalakiya wan a bi biryardarî didome û wiha pêde çû: “Moral û coşa hevalên me pir bilind e. Ev çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz destpê kir, hemleya berxwedaneke dîrokî ye. Ji 1’ê Adarê ve 7 hezar hevalên me jî beşdarî vê çalakiyê bûn. Di vê berxwedanê girtiyên nexweş hene. Ji bo şikandina tecrîdê, em amede ne ku bi her awayî bedel bidin. Bi vê bawerî û biryardariyê çalakiya me berdewam dike. Em baweriya xwe ji birêz Ocalan û gelê xwe digirin. Em hewl didin ku berxwedana xwe bikin xeta berxwedana Ocalan.”

‘Çalakiyên fedaî hemleya me asteke bilindtir kir’

Di peyama xwe de Yildiz girtiyên ku ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiyên fedaî pêk anî, bi bîr anî û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Çalakiyên fedaî yên rêhevalên me Zulkuf, Zehra, Medya û Ayten, hemleya me ya berxwedanê astek din bilindtir kirin. Em ê bi vê berxwedanê tecrîda li ser birêz Ocalan, zext û êrîşên li ser gel bişikînin. Her wiha em banga hestiyarî û piştevaniyê li raya giştî dikin. Li zindanan em manewiyata herî xurt dijîn. Ruhê manewî yê birêz Ocalan avakirî me li ser pêyan digire. Em bi vî ruhî tecrîd bi awayekê manewî şikandiye. Tenê tecrîdek fîîlî ma ye, em ê wê jî bişikînin. Ev hemle dê bigihije serkeftinê. Divê gelê me, sazî û dezgehên berpirsiyar, li qadan deng bidin vê berxwedanê û xwedî li berxwedanê derkevin. Divê kes bêdeng nemîne. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê berxwedanê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar