Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Bi hezaran hilbijêr ji Stenbolê berê xwe dan Kurdistanê!

Komîsyona Hilbijêran a HDP’ê bi 129 wesayitan bi hezaran hilbijêr ji bo dengdanê bi kar bînin şand bajarên Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo hilbijêrên ku qeyda wan li Kurdistanê ye 129 otobus ji Stenbolê rakir. Hilbijêrên ku wê li Wan, Mêrdîn, Amed û Mûşê dengê xwe bidin, danê sibehê li hev civiyan û hatin rêkirin. HDP wê heta roja hilbijartinê hilbijêran bişîne. Hilbijêr ji bo îradeya xwe ji destên qeyûman werbigirin berê xwe dan Kurdistanê û piştrast in ku dê bi ser bikevin.

Hevberdevka Karên Rêxistinbûnê ya HDP’a Stenbolê Gonul Karaman diyar kir ku ew giraniyê didin ser bajarên ku di hilbijartina beriya niha de bi dengekî gelekî kêm winda kiribûn û bajarên ku qeyûm li wan hatine tayînkirin. Karaman destnîşan kir ku ji bo ji şaredariyên hatine desteserkirin bêhtir şaredariyan qezenç bikin, Komîsyona Hilbijêrên Bitevger bi hesasiyeteke mezin dixebite. Karaman diyar kir ku li her navçeyê berdevkên wan hene û wiha got: “Me her herêm kir sê parçe û komîsyonên xwe ava kir. Me hilbijêrên ji karker, xwendekar û karkerên demsalî tespît kirin. Ji bo xwe bigihînin rêxistinên me yên bajar û navçeyan me bang kir. Em li bendê bûn xwe bigihînin 3 hezar hilbijêrî û niha em nêzî 2 hezar hilbijêrî dişînin.”

Hilbijêran peyam dan

Li ser hilbijartinê û dangdayînê hilbijarên ku dê biçin dengê xwe bikar bînin ev peyam dan:

Amîne Marî: Li Stenbolê xwendekar im, ez ji Mêrdînê me. Ji bo dengê xwe bidim diçim Mêrdînê. Pêwîstiya yên li wir bi dengê min heye. Ev yek projeyeke baş e, diviyabû bihata kirin. Ji ber ku ez jî hilbijêreke HDP’î me, destekê didim vê projeyê.

Molla Sancar: Diçim Wanê. Li dijî tecrîd û qeyûman, ji bo azadiya xwe diçim. Ji bo şaredariya me vegerînim diçim. Ez li vir karker im. Li welatê me tecrîd heye, qeyûm heye. 7 meh in li vir im. Zarokên min li welêt e. Ji bo debara xwe bikin hatim vir û niha ji bo azadiyê, ji bo dengê xwe diçim Wanê.

Zekî Çakmaz: Ji Îdirê me, ji bo partiya me careke din li Îdirê bi xurtî bi ser bikeve diçim. Ji bo aştî, biratî û azadiyê dengdayin gelekî girîng e. Ez ê bi 1600 km’yî biçim. Dengek jî dengek e. Bila her kes dengê xwe bide, xwedî li dengê xwe derkeve.

Mehmet Huseyîn Îpek: Ji Westan a Wanê me. Li Stenbolê me lê dengê min li wir e. Ji bo partiya me bi ser bikeve diçim dengê xwe bidim. Em ê vê carê Westanê bi dest bixin. Di hilbijartina bihurî de me bi 6 dengan winda kiribû lê vê carê em ê bi dengekî zêde bi dest bixin. Piştî ku em bi ser ket ez ê vegerim.

Ridvan Altay: Dengê min li Wanê ye. Ji bo partiya me bi ser bikeve diçim Wanê. Ji bo azadiya gelê xwe diçim Wanê. Bang li hilbijêran dikim: bila her kes dengê xwe bide.

Nalan Yildiz: Em diçin Wanê. Ji bo deng bidin diçin Wanê.

Asya Yildiz: Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar