Bi munasebeta Roja Şanoyê ya Cîhanê û 14’emîn salvegera şehadeta Yekta Herekol, li Qamişlo 4’emîn Mîhrîcana Şanoya Yekta Herekol hate destpêkirin
Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê û 14’emîn salvegera şehadeta pakrewan û hunermend Yekta Herekol, 4’emîn Mihrîcana Şanoya Yekta Herekol li dar xist. Di mihrîcana şanoyê de bi dehan sazî û dezgehên sivîl û endamên çand û hunerê amade bûn.
Di roja yekemîn de Koma Reqqayê Şanoya bi navê ‘Şeva Mîladê’ li dar xist. Piştre jî li ser şano û rola wê ya di hunerê de nîqaş hatin meşandin.
Mihrîcana şanoyê berdewam dike. QAMIŞLO