Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Efrînê çalakî: 6 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî koma çete ya Furqet El Hemzat ên girêdayî dewleta tirk çalakî pêk anîne. Odeya çalakiyan da zanîn ku di çalakiyê de 6 çete hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne

Li dijî hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê yên El Nusra, El Qaîde, DAIŞ, Ehrar El Şam û OSO’yê yên li Efrînê, hêzên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê û Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hema hema rojane çalakiyên cur bi cur û bi bandor pêk tînin. Di encama çalakiyên heta niha de bi sedan leşkerên artêşa tirk û çeteyên wê hatine kuştin.

Di çarçoveya çalakiyan de şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li dijî benda kontrolê ya koma çete ya ‘Furqet El Hemzat’ çalakiyekî bi bandor pêk anî. Têkildarî mijarê Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de odeya çalakiyan da diyar kir ku şervanên wan li gundê Ciwêq ê Efrînê li dijî koma çete ya Furqet El Hemzat a girêdayî artêşa tirk çalakî pêk anîne û dîmenên çalakiyê parve kirin.

Kitekitên çalakiyê parve kirin

Di daxuyaniyê de Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku şervanên wan di 29’ê adarê de li nêzî benda kontrolê ya li gundê Ciwêqê mayin bi cih kirin û kitekitên çalakiyê wiha parve kirin: “Di encama teqînê de 6 çeteyên Furqet El Hemzatê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn. Ev çalakî yek jê ji çalakiyên hesabxwestinê ne. Ev çete kiryarên xwe yên terorî li Efrîn, Ezaz, Cerablus, Idlib û li tevahiya bakurê Sûriyeyê didomînin.”

Dê çalakî berdewam bikin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em ji raya giştî re diyar dikin ku çalakiyên şervanên me hemû çeteyên ku di dagirkirina Efrînê de beşdar bûn, hedef digire. Em li ser soza xwe ne ku em ê çalakiyên tolhildanê dewam bikin. Heta ku em axa xwe Efrînê ji dagirkeran paqij dikin û gelê xwe yê bi rûmet lê vedigerînin, dê çalakiyên xwe bidomînin.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar