Ji 11’ê endam û rêveberên HDP’ê yên ku di 20’ê adarê de hatibûn binçavkirin û îro derketin dadgehê, 9 kes jê hatin girtin. Demek berê wezîrê karên hundir Suleyman Soylu endam û rêveberên HDP’î hedef nîşan dabûn û li ser vê gefê jî HDP’î hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku Sedozgeriya Komarê ya Edeneyê dabû destpêkirin, di 20’ê adarê de polîsan li Edeneyê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP’î de girtibû. Di encama serdegirtina malan de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Gulseren Tural, hevserokê HDP’ê yê navçeya Seyhan a Edeneyê Hazim Yalçin, namzetê endamtiya Meclisa Şaredariyê ya Seyhanê Huseyîn Beyaz, endamê Meclisa Şaredariya Seyhanê yê berê Enver Okmen, rêveberên bajar M. Saît Eren, Alî Aslan, Yaşar Demîr û endamên HDP’ê Ahmet Alak, Mustafa Yildiz, Mehmet Alî Alak, Veysî Alak û Siraç Alak hatibûn binçavkirin .
HDP’iyên ku hatin binçavkirin îro jî sewqî edliyeyê hatin kirin û îfadeyên wan hatin girtin. Dozgeriyê endamê HDP’ê Veysî Alak bi şertê kontrola edlî, hevserokê bajar û 11 HDP’iyên din jî bi îdiaya ‘Rêvebirê rêxistinê’, ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘li ser navê rêxistinê sûc, talan û gef kirine’ sewqî Dadgeha Cezayên Silhê kir.
Heyeta dadgehê jî Yalçin, Siraç û Ridvan Alak bi şertê kontrola edlî berdan û Tural jî di nav de der barê 8 HDP’iyan de jî bi îdiaya ‘Rêvebirê rêxistinê’, ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘li ser navê rêxistinê sûc, talan û gef kirine’ biryara girtinê da.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku demek berê beriya ku îfadeyên HDP’iyan bên girtin, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu bi gotinên ‘odeyên kozmîk ava kirine’, mudaxaleyî dozê kiribû û HDP’î hedef nîşan da bû. EDENE