Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Girtî bang li hilbijêran kir: Tola xwe ji neyaran bistînin

Çalakgerê greva birçîbûnê Veysî Esen bi rêya malbata xwe peyameke bi deng şand. Esen diyar kir ku heta encamê bigirin dê çalakiyên greva birçîbûnê bidomînin û ji bo hilbijartinên sibê bang li hemû kurdan kir ku biçin ser sindoqan û tola xwe ji neyaran bistînin

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, berdewam dike. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 7 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Yek ji van girtiyan jî Veysî Esen e. Esen ku li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereyê tê girtin, ji 1’ê adarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Esen li ser navê girtiyên di greva birçîbûnê de, bi rêya malbata xwe peyamek parve kir.

Veysî Esen di serî de serkeftina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir û diyar kir ku serkeftina HSD’ê nîşaneya serkeftina biratî û aştiya gelan e. Esen piştre jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û da zanîn ku li girtîgeha Kalkandereyê ji 5’ê çileyê ve 8 û ji 1’ê adarê ve jî 70 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Serkeftina biratî û aştiya gelan

Esen di peyama xwe de destnîşan kir ku peyam û daxwazên wan, ji hêla Leyla Guven re bi awayekî aşkerayî hatine diyarkirin. Esen dibêje ku başkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo aramiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê girîng e. Esen herî dawî jî bal dikişîne ser hilbijartinan û dibêje ku ew di baweriyê de ne ku gel biçe ser sindoqan û tola xwe ya serkeftinê ji neyaran bistîne.

Peyama Esen wiha ye:

“Newroz bi agir tê pîrozkirin, jiyan bi berxwedananên azad tê jiyîn. Em bi giyana berxwedana Newrozê serkeftina şervanên YPG, YPJ û HSD’ê ya li hemberî DAIŞ’ê pîroz dikin. Ev serkeftina nîşaneya serkeftina biratî û aştiya gelan e. Bi vê mebestê em hemû cangoriyan bi minetdarî bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.

Li qada me ji 5 çileyê ve 8 hevalên me di çalakiyê de ne û moral û coşa hevalan di asta herî jor de ye. Ev hêza ku ji berxwedanê digirin, biryardariya çalakiyê xurttir dike. Weke roja destpêkê di heman biryardariyê de ne. Ji 1’ê adarê ve jî ji derveyî hevalên nexweş, 70 hevalên din bi heman birydariyê tev li karwanê berxwedanê bûn. Peyam û daxwazên me jixwe hevala Leyla Guven ji roja destpêkê ve bi awayekî aşkera diyar kiriye.

‘Em tev candaşê vê rêyê ne’

Çareserkirina rewşa Rêbertiyê, aramiya Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Ji bo rewş, şert û mercên Rêbertiyê baş bibe, berxwedana li hemberî faşîzmê erka her mirovî ye. Weke girtiyên azadiyê em vê erka xwe ya berpirsyariyê bi cih tînin. Heta ku şert û mercên Rêbertiya me li gorî daxwazên me baş û mîsoger dibin, bedel çi dibe bila bibe amade ne ku bidin.

Ev biryardarî di 16’ê mehê de rêheval Zulkuf Gezen nîşanî herkesî da. Di 22’yê mehê de jî rêheval Ayten Beçet û Ugur Şakar bi pêş xistin. Di 23’yê mehê de jî rêvehal Zehra Saglam berdewam kir. Divê herkes vê birdariyê bizanibe. Em tev candaşê vê rêyê ne. Vê yekê rêheval Medya Çinar jî penase kir.

Em bi vê giyanê berxwedana li zindanan, tevahiya hevalan û gelê xwe silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Bakur di vê giyan û vîna tola xwe ya serkeftinê di 31’ê adarê de ji neyaran bistîne û di hilbijartinê de bi serkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar