Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Amedî bi kurdiya şaş naxapin!

Piştî girtina hemû saziyên kurdî û daxistina tabelayên bi kurdî, ji bo girtina dengan namzetên AKP’ê li Amedê afîşên bi kurdî daliqandine, lê piraniya van afîşan kurdiya wan şaş e. Amediyan got ku ew êdî şiyar bûne û bi vê yekê naxapin û dengê xwe nadin AKP’ê

Piştî ger û geşta xwe ya herêmên Serhed û Botanê îro jî em li Amedê ne. Amed di navbera Çemê Dicleyê û Çiyayê Qerexdaxê de hatiye avakirin û bi sûr û bircan xemilandî ye. Her wiha Amed bi çalakî û serkeftinên xwe her tim bala Kurdistan, Tirkiye û cîhanê kişandiye ser xwe û mohra xwe li rojên dîrokî daye. Ji ber van taybetmendiyên xwe dewletê her tim xwestiye wê bike bin kontrola xwe, lê Amedê van hemû hewldanên dewletê têk biriye û ji ya xwe nehatiye xwarê. Li gel vê nasnameya xwe siyasî, ji ber ku ji gelek mirov ji bajarên derdorê koçî wê kirine, bajarekî kozmopolît e jî.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sala 1999’an ve ji aliyê partiyên kurd ve tê birêvebirin. Herî dawî di sala 2016’an ve dema ku bi hevseşaredariya Gultan Kişanak û Firat Anli ve dihat birêvebirin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hate desteserkirin û qeyûm Cûmalî Atîlla ku niha namzetê AKP’ê yê bajêr e hat tayînkirin. Kişanak û Anli beriya tayyînkirina Qeyûm hatin binçavkirin û girtin. Li gel ku paşê Anli hat berdan jî zêdetirî 14 salan ceza li Kişanak hat birîn. Niha jî HDP’ê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Adnan Selçûk Mizrakli nîşan daye.

‘Kesên deng bidin wan îmana wan tune’

Namzet Uyanik û Mizrakli ji bo ku bi serkevin bi şev û roj dixebitin û her roj mal bi mal, gund bi gund û tax bi tax digerin û bi gel rê tên gel hev. Ji bo şopandina rewşa li bajêr destpêkê  berê xwe da navçeya Sûrê ber derê Mizgefta Mezin. Ber derê mizgeftê ku her roj ji mirovan dikele, ji ber şiliyê vala ye û tu kes lê tune ye. Lê kursî û maseyên darîn ku her roj mirov li ser wan rûdinin,weke ku xwe bişon li ber baranê ne. Li ser vê yekê di bin barana ku hûrik hûrik dibare de çûm cem boyaxkerên li ber Mizgefta Nebî.

Bi pirsandina min a hal û xatirê wan re boyaxker dibêjin ku ji ber şiliya dibare halê wan ne tu hal e. Dema ku hînbûn ez rojnameger im, bi min re xeyîdîn û gotin ku biçe tiştên ku îktîdare dike binivisîne, tu ji me çi dixwazî. Li ser pirsên min ên têkildarî hilbijartinê boyaxkerek ev bersiv da: “Hewce nake li Amedê pirsa hilbijartinê bê kirin. Jixwe diyare ku HDP bi ferqeke mezin li pêş e. Li ser van kirinên wan jî hê kesên ku dengê xwe bidin wan îmana wan tune. Bes e bixwedê başqe tiştek din jî nabêjim. Akademîsyen êdî nikarin biaxivin ez jî jê te re ketime navê.”

Bi kurdiya şaş naxapin

Balkêş e li bajêr weke hilbijartin beriya niha alên partiyan nehatine daliqandin. Tenê li ber buroyan al hatine daleqandin û li deverên din ên bajêr mirov  bi hêsanî rastî alan nayê. Lê berovajiyê vê yekê li bajêr gelek afîş hatine daleqandin û bilboard hatine dagirtin. Tişta herî balkêş jî ew e ku berovajiyê bajarên din piraniya van afîş û bîlborardan bi kurdî ne. Hem afîş û bîlboardên namzetên HDP’ê hem jî afîş û bîlboardên namzetên AKP’ê ku bi dagirkirina şaredariyan re hemû saziyên kurdî girt û tabeleyên kurdî daxist jî bi kurdî ne.

Lê kurdiya namzetên AKP’ê weke nêzikbûna wan a gel piranî şaş e. Wek mînak afîşa ‘DİYARBEKİR MALAMINE’ ku li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye daliqandin.  Diyare ku namzetê AKP’ê xwestiye bi vê gotina strana Cîwan Haco ya bi navê “Diyarbekir mala min e” gel bi xapîne lê bi serneketiye. Li Dîclekentê min bandora vê yekê ji cîwanekî pirsî. Cîwan ev bersiv da min: “Bi vê yekê dixwazin gel bixapînin. Lê êdî gel şiyar bûye û bi derewê wan naxape. Dê gel bersiveke wisa bide wan ku bi salan bi hişê xwe ve neyên.”

Çi jî bikin nikarin bi serkevin

Li Semta Ofisê bi masîvanekî ku nexwest navê xwe aşkera bike re rûniştim. Masîvanê ku ji ber krîza aborî gelek bi gazinc e, min encamên hilbijartinê jê pirs kir. Masîvan got ku heke hîle neyên kirin dê HDP ferqeke mezin bavêje AKP’ê û wiha pê de çû: “Li Amedê gel ji AKP’ê û qeyûmê wê aciz bûye. Dê çawa dengê xwe bide wan. Lê li gel vê yekê jî ji bo ku pergala xwe ya qeyûman serkeftî nîşan bidin, tişta ji destê wan bê dê bikin û hewl bidin ku xwe bi hîle û xurdeya bi ser bixin. Lê ew çi jî bikin nikarin ciheke weke Amedê bi ser bikevin.

Li ber bajarên din eleqeya ji bo buroyan kêm e. Hem buroyên AKP’ê û hem jî buroyên HDP’ê vala ne û hema bêje kes li wan tune ye. Berpirsyarên buroyên HDP’ê ev yek qebûl kirin û destnîşan kirin ku li gorî hilbijartinên beriya niha wan jî vê yekê ferq kiriye. Lê ser sedema vê yekê şîroveyên cuda kirin. Hinekan ji wan gotin ku ji ber zextên dewletê mirov pir eleqe nîşan nadin û hinekan jî got ku ji ber demsalê mirov eleqeyek zêde nîşanî buroyan nadin û bi lêv kirin ku hilbijartinên beriya niha ji ber ku di demsala havînê de bûne eleqeya ji bo buroyan zêde bûye.

Pirsgirêkan qeyd kir û sozê çareserkirinê da

Gelê Amedê ku hê nû ji Cejna Newrozê derketiye amade ye ku roja 31’ê Adarê jî wek roja Newrozê peşwazî bike. Ev yek xwe di gel de bi awayekî aşkera dide der. Li kuçe û kolanan mirov rastî kî/ê tê û pirsa encam û rêjeya dengên partiyan ji wan dike, demildest ferqa di navbera HDP û AKP’ê de destnîşan dikin. Tînin ziman ku ji niha  ve HDP bi ser ketiye û pergala qeyûman têk biriye. Ji ber şiliyê roja destpêkê namzet derneketin qadê û nexebitîn. Ji ber vê yekê ez jî tenê li deverên cuda yên bajêr geriyam û bi kesên cûda re hilbijartinê axivîm.

Roja din bi namzet Hulya Alokmen Uyanik û parlamentera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz re çûm navçeya Gêlê û xebatên wan ên li gundan şopand. Di nav rojê de em çûn gundê Baxşiyan, Sarinca, Eyntirtê û Silêmana yên Gêlê. Her çar gund jî gundên gelek mezin bûn û di seriya 700 kesî de hilbijêrê wan hebûn. Gundiyan namzet Uyanik û parlamenter Aydenîz li qewe û malên şînê pêşwazî kirin û pirsgirêkên xwe bi wan re parve kirin. Uyanik li her çar gundan jî pirsgirêkan qeyd kir û sozê çareserkirina wan da gundiyan.

‘Min dilê we xwaro’

Li her çar gundan jî gundiyan eleqeyeke zêde nîşanî Uyanik û kesên pê re dan û destnîşan kirin ku ew bi salane piştgiriya HDP’ê dikin. Li gundê Eyntirtê gundiyekî hin gazinc li parlamenter Aydeniz kir û xwest ku serdanên xwe yên gundan bi hilbijartinan bi sînor nekin û her tim bi wan re bên gel hev û wiha axivî: “Piştî hilbijartinê me ji bîr nekin. Divê hûn piştî hilbijartinê jî bên gundan û bibin mêvanê gundiyan. Bi vê yekê em ê karibin derdê xwe ji we re bibêjin û hûn jî çareserî ji derdê me re bibînin. Em gelek dixwazin hûn bên serdanên me.”

Li ser vê gazincê Uyanik jî maf da gundî û soz da ku dê piştî hilbijartinê jî bên gundan û ji bo çareserkirina pirsgirêkan her tim bi gundiyan re bên gel hev. Di ger û geşta gundan de zarok ji bo girtina alên HDP’ê li hemberî hev di pêşbirkê de bûn. Ji bo girtina alan xwe davêtin pêşiya wesayîtan û bi vê yekê gelek al ji xwe re berhev kirin. Li gundê Eytirtê zarokek dema ku alekê ji HDP’iyek girt, bi kêfeke mezin got, ‘Min dilê we xwaro’ û reviya çû cem hevalên xwe û hewaya xwe ya girtina ala HDP’ê avêt hevalên xwe.

Qeymaqam ji AKP’ê re dengan digere

Balkeş e li navçeyê qaymeqamê navçeyê Kurşat Atak bi midurên saziyên navçeyê re derdikeve xebatên hilbijartinê û ji AKP’ê re dengan berhev dike. Dema em li gundan digeriyan, di navbera gundê Eyntirtê û Saricayê de rastî konvoya qaymeqam Atak û midurên saziyên navçeyê yên pê re ji bo AKP’ê li dengan digeriyan hatin. Qaymeqam û heyeta pê re çûn gundê Eyntirtê ku herî dawî dem em jê derketin, namzetê AKP’ê yê navçeyê li gund bû. HDP’iyan got ku qaymeqam her roj bi namzetê AKP’ê re dertê ger û geşta gundan.

Li gundê Silêmana ku em herî dawî em berê êvarê çûnê û bernameya xwe ya li vir qedand, kalekî temenê wî di seriya 70’yî de ji ber hatine HDP’ê ya gund gelekî kêf kir. Kalê aleke HDP’ê da destê xwe û bi tena serê xwe li ber mûzikên hilbijartinê yên HDP’ê govend girt û reqisî. Namzet Uyanik û hemû gundî li dora kalê kom bûn jê re çepikan xistin. Biraziyê kalê di AKP’ê de namzetê endamê meclisa şaredariyê ye. Gundiyan got ku kalê ji biraziyê xwe re gotiye ku dengê xwe nede partiya wî AKP’ê dê bide HDP’ê û li ser vê yekê biraziyê wî jê xeyîdiye.

Daxwaza gel bidawîkirina qereqolbûnê ye

Piştî vê ger û geşta xwe ya navçeyê em li avahiya HDP’ê ya bajêr bi Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik re hatin gel hev û têkildarî xebatên wan û daxwazên ku gel ji wan dike, axivin. Uyanik diyar kir ku zêdetirî 2 mehane dest bi xebatan kirine û wiha got: “Ji ber Amed bajarê mezin e, me destpêkê serdana hemû navçeyan kir û bi mitîngên biçûk xwe da nasîn. Piştî vê yekê em careke din çûn hemû navçeyên xwe û hem bi gelê navenda navçeyan re hem jî bi gelê gundên navçeyan re hatin gel hev. Di vê çarçoveyê de me serdana bi sedan gundan kir. Li gel vê yekê bi saziyên civakî yên bajêr re jî hatin gel hev.”

Uyanik bi lêv kir ku di van serdan û hevdîtinên xwe de polîtîkayên ku bi destê qeyûman li dijî gel hatine meşandin vegotine û çareserkirina pirsgirêkên ku hene nirxandine û ev tişt anîn ziman: “Ji ber astengî û dorpêça hêzên ewlehiyê, di hevdîtinên me yên destpêkê de eleqeya gel a ji bo me kêm bû, lê di hevdîtinên duyemîn de li gel astengî û dorpêça hêzên ewlehiyê jî gel bi coşeke mezin li me xwedî derket û bi awayekî germ me pêşwazî kir. Uyanik destnîşan kir ku di van hevdîtinan de herî zêde gel ji wan xwestiye ku destpêkê avahiyên şaredariyan ji qereqolbûnê derxin û pirsgirêkên av, rê û binesaziyê yên gundan çareser bikin.

Dê rê nedin kesên karê xwe nakin

Uyanik bi bîr xist ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sala 1999’an ve ji aliyê van ve tê birêvebirin û wiha pê de çû: “Rêveberiyên beriya me gelek xizmet ji Amedê re kirine. Di hêla binesaziyê de karekî baş kirine. Lê ji ber ku hevalên me weke partiyên din reklama van xizmetên xwe nekirine, her tim bi peyamên xwe yên siyasî derketine pêş. Em ê jî berdewamiya van xizmetan bînin û her wiha têkildarî êşa gelê xwe jî her tim nêrînên xwe bînin ziman. Em ê van xizmetên xwe bi gelê xwe re bikin. Wek mînak dema em li taxek an jî li gundekî xizmetek bikin dê destpêkê bi niştecihên tax û gundan  xwe bişêwirin û li gorî vê şêwirê xizmet pêk bînin.”

Uyanik herî dawî bal kişand ser girtin û derxistina karkeran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di nav gel de gelek tê nîqaşkirin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Em ne dikarin kesî demildest bigirin kar û ne jî demildest ji kar derxin. Lê em ê teqez bi serdest ango rêveberên ku niha bi qeyûm re dixebitin û xwe û derdora xwe bi perê vî gelî dewlemend kirine re nexebitin. Divê van kesan zanibin ku em ê deriyê rantê li wan bigirin. Ji bilî van kesan dê helwesteke me ya neyînî li dijî kedkarên şaredariyê çênebe. Em ê şopandineke baş bikin. Her wiha em ê rê nedin kesên ku karê xwe baş nekin û bi vê yekê li dijî me bixebitin jî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar