Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hem li welat û hem jî li derveyî welat berxwedan didome

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 143’yemîn de didome. Hem li welat û hem jî li derveyî welat çalakiyên grevên birçîbûnê bi israr berdewam dikin

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin berdewam in. Çalakî hem li welat û hem jî li derveyî welat li dehan navendan bi israr tê domandin. Çalakvan dibêjin, heta ku daxwazên wan pêk tên, encam çi dibe bila bibe dê berxwedana xwe berdewam bikin. Li hemberî vê berxwedanê, hem saziyên têkildar ên weke CPT’yê û hem jî dewleta tirk xwe li bêdengiyê datîne.

Li hemberî polîtîkaya tecrîdê ya dewleta tirk, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji 8’ê mijdara sala 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Guven ku çalakiya wê di roja 143’yemîn de didome, roj bi roj rewşa wê ya tenduristiyê ber bi nebaşiyê ve diçe. Tevî vê yekê jî Guven peyamên serkeftinê dide û dibêje ku serkeftin nêz e. Bi destpêkirina çalakiya Guven re jî, hem li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hem li parçeyên din ên Kurdistanê û hem jî li derveyî welat bi hezaran kes tev li çalakiya greva birçîbûnê bû.

Zêdetirî 7 hezar girtî di grevê de ne

Bi heman daxwazên Guven, komeke ji girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di 16’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya koma ewil a dîlên azadiyê kete roja 105’emîn. Ji 16’ê kanûnê ve jî di dîrokên cuda de zêdetirî 300 dîlên azadiyê ketibûn çalakiya greva birçîbûnê. Ji 1’ê adarê û şûn ve jî li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtiyên siyasî tev li karwanê berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê bûn.

Li Bakur grevên birçîbûnê

Ji bo piştgiriya bi çalakiya Guven re û bi cih anîna daxwazên wê, parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê jî li avahiya HDP’ê çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakî kete roja 28’an. Bi heman boneyê di 8’ê adarê de jî parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û 2 welatiyên din jî li avahiya HDP’ê ya Amedê tev li çalakiyê bûn û çalakiya wan di roja 23’yemîn de didome. Çalakiya Seda Akin a li Êlihê di roja 82’emîn de, ya Gurbet Ektîren a li Dêrik a Merdînê di roja 73’yemîn de, ya Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê di roja 82’yemîn de û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 32’yemîn de berdewam dike.

Çalakiyên li başûrê Kurdistanê

Li başûrê Kurdistanê jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, endamê HDP’ê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû û çalakiya wî kete roja 130’emîn. Her wiha berxwedana endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 70’emîn de, ya Herêm Mehmût di roja 34’an de, ya Şeyma Ednan di roja 26’emîn de û ya Gulebax Celal jî di roja 10’emîn de berdewam dike.

Tevî welat, di heman demê de li derveyî welat jî gelek kes bi heman daxwaza Guven ketin greva birçîbûnê. Di vê çarçoveyê de li Strasbourgê bi tevlêbûna 14 çalakvanên kurd, çalekiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Çalakî kete roja 104’an. Bi awayekî hemwext, kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş jî li Galler a Ingilistanê çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin û çalakiya Şîş didome.

Li gelek navendên Ewropayê çalakî

Her wiha çalakiya Yûsûf Îba a li Torontoyê di roja 78’an de, ya Mustafa Tuzak a li Duîsburgê di roja 77’an de, ya Husên Yildiz di roja 72’yan de, ya Hasbî Çakici di roja 71’emîn de, ya Şiyar Xelîl a li Nurinbergê di roja 66’emîn de, ya Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê di roja 61’emîn de, ya Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê di roja 56’emîn de, ya Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê di roja 39’emîn de, ya Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî di roja 13’emîn de didome. Kurdistaniyê bi navê Erol Aydemîr jî li bajarê Caglîarî ya Îtalyayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege kir.

Çalakiyên canbexşane

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê û girtiya bi navê Medya Çinar jî li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dabûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar