Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Welatiyên Amedê: Em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe jî biparêzin

Ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî tenê rojek ma. Welatiyên Amedê jî banga xwe ya dawî kirin. Amediyan got ku ji bo siberoja xwe dê biçin ser sindoqan û şaredariyên xwe rizgar bikin. Amediyan bang kir ku her kes biçe ser sindoqan û xwedî li sindoqan derbikeve

Hilbijartina rêveberiyên herêmî sibe tê lidarxistin. Sibe bi dehmilyonan hilbijêr dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Yek ji herêmên ku herî zêde encama hilbijartinê lê tê mereqkirin jî bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku gelemperiya şaredariyên navend û navçeyên Bakur ji hêla AKP’ê ve hatine xespkirin û gelê Bakur jî paşvegirtina şaredariyan re dixwaze ji qeyûman hesabê bi pirse. Têkildarî mijarê amediyan nêrînên xwe ji nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal re parve kirin.

Ji şêniyên Amedê Hulya Kaya (33) dibêje ku ji bo mîsogeriya zarokên xwe dê dengê xwe bide HDP’ê. Kaya anî ziman ku ji bo xwedîderketina li mafên wê yên jê hatine standin, dê biçe ser sindoqê û wiha domand: “Em ê ji yên bajarên me ji me sitendin re bibêjin ‘Ya Me Ye.’ Ji bo zarokên min di nava çanda xwe de mezin bibin, ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Em ê şaredariyên xwe li xwe vegerînin. Ewlehiya sindoqan pir girîng e û divê em li xwedî derkevin.”

Tevî gefan jî dê biçin ser sindoqan

Welatiyê bi navê Ozan Tanriverdî (21) jî diyar kir ku dê dengê xwe bide HDP’ê û wiha domand: “Niha rabûne dibêjin ‘em ê dîsa qeyûm tayîn bikin.’ Em ê li gel hemû gefên wan jî biçin ser sindoqan. Ger em neçin ser sindoqan gelo dê kî biçe? Ez bang li her kesî dikim û dibêjim ku xwedî li sindoqên xwe derkevin. Bila pisîk nekevin trafoyan.”

‘Bi HDP’ê re dê aramî bê’

Di heman mijarê de Ramazan Akbalik ê ji Sûr a Amedê jî dê li dijî krîza aborî û polîtîkaya zextan û ji bo sekinandina şer û xwînê dê dengê xwe bide HDP’ê. Akbalik got ku aramî dê bi HDP’ê were. Ozgur Tunç jî bi lêv kir ku dê li Amedê ji bilî HDP’ê deng ji kesî re dernekeve û banga parastina sindoqan kir.

Dê dengê xwe bidin xwe

Welatiya bi navê Bîrsen Kurtbogdu jî bi lêv kir ku ji bo dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin, destkeftiyên xwe şûn ve bistînin û xwedî li nirxên xwe derkevin dê biçe ser sindoqê û dengê xwe bide HDP’ê. Kurtbogdu destnîşan kir ku divê her kurd dengê xwe bide HDP’ê. Hanim Akbaba jî bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha derbirî: “Ez ê dengê xwe bidim xwe. Heke em bi ser bikevin em ê dengê xwe ji cîhanê re ragihînin. Ji bo vê yekê jî divê em bi ser bikevin. Êdî em naxwazin ciwanên me bên kuştin û dayik bigirîn. Tiştên tên kirin bi rastî jî zilm e. Ji bo vê ez ê biçim dengê xwe bidim. Bila her kes xwedî li sindoqan derkeve.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar