Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

PKK’ê Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî

PKK’ê bi daxuyaniyekê Mahîr Çayan û hevalên wî yên ku li Kizildereyê hatine qetilkirin, bi bîr anî. PKK’ê ev tişt parve kirin: “Rêber Apo û PKK dixwazin li Tirkiyeyê eniya şoreşger a demokratîk ava bikin û hesreta van şehîdan pêk bînin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê Mahîr Çayan û hevalên wî yên di Komkujiya Kizildereyê de hatine qetilkirin, bi bîr anî. Di daxuyaniyê de PKK’ê diyar kir ku di 31’ê adarê de têkbirina faşîzmê tê wateya bersiva pêkanîna hesreta  Mahîr Çayan û hevalên wî.

Daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“47 sal berê pêşengê tevgera demokratîk a şoreşger a Tirkiyeyê Mahîr Çayan û 9 hevalên wî li gundê Kizildere yê Nîksar a Tokatê hatin qetilkirin. Em wan bi hurmet bi bîr tînin û em soza xwe ya Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana azad dubare dikin.

Têkoşîna demokratîk û şoreşger a ku Mahîr, Denîz, Îbrahîm Kaypakkaya pêşengî jê re kirine, ji bo Tirkiyeyê qonaxeke nû ye. Ev têkoşîn di heman demê de ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd jî nû ye. Ji bo destpêkirin û geşkirina xeta têkoşîna li Kurdistanê bandora têkoşîna di sala 1971’an de gelek heye. Rêber Apo wekî sempatîzanekî THKP-C’yê ji bo li hemberî şehadeta Mahîr û hevalên wî peywira xwe pêk bîne, pêşengî ji boykotkirina dibistanê re kiriye. Wê boykotê li Fakulteya Zanistên Siyasî bandorekî mezin li ciwan û xwendekaran kir. Rêber Apo piştî ku ji girtîgehê derket, li Fakulteya Zanistên Siyasî û Enqereyê jî pêşengî ji rêxistinkirina ciwanên şoreşger ên li Enqereyê kir.

Mahîr Çayan û hevalên wî jî diyar kirin e ku şoreşa demokratîk a li Tirkiyeyê bi hevkariya eniya hevpar a hemû bindestan dikare pêk were. Di eniya demokratîk de bêguman wê cihê kurdan gelekî girîng be. Mahîr Çayan û Huseyîn Cevahîr li ser esasê eniya şoreşger a demokratîk a Tirkiyeyê têkoşiyane. Azadiya gelê kurd jî yek ji armanca bingehîn a vê şoreşa demokratîk e. Rêber Apo û PKK jî dixwazin li Tirkiyeyê eniya şoreşger a demokratîk ava bikin û hesreta van şehîdan pêk bînin.

HBDH li ser feraseteke wisa hatiye avakirin û di qada siyasî ya demokratîk de jî xwe dispêre têkoşîna hevpar. Di hilbijartinên 31’ê adarê de jî gelê kurd û hêzên demokrasiyê bi feraseta têkoşîna hevpar tevdigerin. Têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê tê wateya pêkanîna hesreta Mahîr Çayan û hevalên wî. Bêguman mirov nikare şoreşa demokratîk bi hilbijartinan bi sînor bike. Em bawer dikin ku gelê me û hemû hêzên demokrasiyê di hilbijartinên 31’ê adarê de dê li hemberî faşîzmê rola xwe pêk bînin.

Di salvegera şehadeta wan de em careke din Mahîr Çayan û hevalên wî yên têkoşînê bi bîr tînin û weke PKK’ê em ji bo pêkanîna hesretên hemû şehîdên demokrasiyê, soza geşkirina têkoşînê didin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar