Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji heman malbatê 3 kes di greva birçîbûnê de ne

Ji malbata Çoban, 3 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Endamên malbata Çoban bang li dewleta tirk kir ku dawî li tecrîdê bîne û bang li gelê kurd jî kir ku xwedî li berxwedana zindanan derkevin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Çalakî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî pêl bi pêl belav bû. Di vê çarçoveyê de koma yekemîn a girtiyan di 16’ê kanûnê de dest bi çalakiyê kir û çalakiya wan kete roja 105’emîn. Her wiha ji 1’ê adarê ve jî zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Ji malbata Çoban jî 3 kes di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li Girtîgeha Tîpa M ya Ermenekê Cîhan Çoban ji 20’ê çileyê ve, li Girtîgeha Şakranê Şehrîban Çoban ji 15’ê sibatê ve û li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê jî Zana Çoban ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Malbata Çoban têkildarî mijarê axivî û bang li rayedaran kir ku ji bo bi cih anîna daxwazên girtiyan bikevin nava liv û tevgerê.

Der barê mijarê de dayika Şehrîban Çoban, Nafiye Çoban xwest ku daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û ev tişt destnîşan kir: “Bila Erdogan dengê me bibihîse û ji bo daxwaza zarokên me xwe li bêdengiyê nedeyne. Bila Erdogan baş bizane ku dê nekare me biqedîne. Li vê axê em jî hene.”

Bang li gelê kurd kirin

Dayika Zana Çoban, Kesîre Umît jî destnîşan kir ku roj roja serîrakirinê ye û wiha derbirî: “Divê her kes rabe ser pêya û tecrîdê bişikîne û destekê bide girtiyan. Em diêşin, her roj mirov dimirin. Em dikarin cîhanê bihejînin. Divê kurd dengê xwe bilind bikin.”

Herî dawî jî jinbiraya Cîhan Çoban, Meryem Çoban axivî û ev tişt destnîşan kir: “Divê dayikên kurd û tirk mil bidin milê hev. Em ji bo mafên xwe têdikoşin, em hene. Du zarokên Cîhanê hene. Em dixwazin Ocalan azad bibe.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar