Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Namzetên hevşaredariyê yên Amedê dengê xwe dan

Namzetên hevşaredariyê yên Amedê yên HDP’ê dengê xwe dan. Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar kirin ku ew bi hêvî ne dê ev hilbijartin ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê bibe pêngavek

Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli çûn ser sindoqê û dengên xwe dan. Alokmen dengê xwe li ser sindoqa jimar 1263 a li Lîseya Keçikan a Şehît Halît Gulser a Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya navçeya Peyasê û Mizrakli jî dengê xwe li sindoqa jimar 1152’yan a li Dibistana Seretayî ya Cemîl Ozgur a li Sûr a Amedê da.

Namzeta hevşaredariyê Hulya Alokmen Uyanik piştî dengdayînê axivî û wiha got: “Hêvîdarim ku ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê bi xwe re xêrê bîne û ji bo bajarê me bi xêr û ber be. Em bi hêvî ne ku dê ev hilbijartin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe pêngavek. Ev du meh in em bi vê hêviyê dixebitîn. Ji bo demokratîkbûna rêveberiyên herêmî û demokratîkbûna Tirkiyeyê hilbijartin girîng e.”

Selçûk Mizrakli jî beriya dengê xwe bikar bîne, daxuyaniyeke kurt da û ev tişt destnîşan kir: “Hêvîdarim ku hilbijartin bixêr derbas bibe. Li hemû gelên Tirkiyeyê pîroz be. Ez hêvîdarim dê bibe wesîleya siberojên ronî. Em hêvîdarin dê ev hilbijartin bi xwe re edalet, hiqûq û demokrasiyê bîne.”

Parlamenterên HDP’ê û namzetên hevşaredariyê yên din jî li dibistanên cuda dengên xwe bikar anîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar