KNK’ê bi daxuyaniyekê Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anîn. KNK’ê da zanîn ku Qazî Mihemed û rêhevalên wî weke sembolên mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 72’yemîn salvegera şehadeta Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û rêhevalên wî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de KNK’ê rejîma Îranê şermezar kir.
Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê wiha ye:
“72 sal berê piştî hilweşandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, damezirîner û Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed, wezîrê parastinê , cîgirê serokkomar Seyf Qazî û nûnerê Mihabad ê di parlamentoya Îranê de û nûnerê Qazî Mihemed ê li Tehranê Sadr Qazî, hatin bidarvekirin.
Ew heyama nêzî salekê bû, Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destkeftên mezin bidestxistin. Pêşxistina rêxistinbûna civaka kurd, pêşxistina zimanê kurdî, derxistina ferhengan û di hêla çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê de pêngavên girîng hatin avêtin. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalîzma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê, dawî bi komarê hat. Bi wê jî ne sekinîn heta damezirîner û serokê wê jî bidarve kirin. Her wiha bi plan û planên kolonyalîzma nevneteweyî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê weke mafên rewa yên kurd bin pêkirin û di wî parçê Kurdistanê dagirkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.
Di wê demê de biryar û ragihandina dewleta serbixwe ya bi navê Komara Kurdistanê, biryareke siyasî û civakî ya bi wêrek û çavnetirsane bû ku di nava şert û mercên giran ên dawîhatina Şerê Duyemîn ê Cîhanê de. Lewre ew hewl û cangorî ya pêşengên komarê, ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.
Îro jî, li hemberî desthilatdariya Melayên Îranê, ciwanên kurd, jinên kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didin meşandin. Tevî ku Melayên Îranê, cezayê darvekirina ciwanên kurd bi kar tîne, ciwanên kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêktîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihemed û hevalên wî didomînin.
Em weke KNK’ê, di bîranîna 72 saliya li bidarvekirina pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadr Qazî û hemû şehîdên Komara Kurdistanê carekê din bi rêz û bi hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Her wiha di serî de dagirkerên rejîma Îranê, em hemû dakirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”