Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Tirkiyeyê jî dengdayîn bi dawî bû

Dengdayîna li bajarên Tirkiyeyê bi saet 17.00’an ve bi dawî bû. Bi dawî bûna dengdayînê re jî sindoqa hatin vekirin û hejmartina dengan dest pê kir

Ji bo dengdayîna hilbijartina rêveberiyên herêmî, li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê îro 57 milyon û 58 hezar û 636 hilbijêran di 194 hezar û 390 sindoqan de dengên xwe dan. Li bakurê Kurdistanê dengdayîn saet di 07.00’an de dest pê kir û saet di 16.00’an de bi dawî bû. Li bajarên Tirkiyeyê jî dengdayîn saet di 08.00’an de dest pê kir û di 17.00’an de bi dawî bû.

Li gorî biryara YSK’ê li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Gurgum, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwaz, Trabzon, Dêrsim, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê û li girtîgehên van bajaran, hilbijartin saet di 07.00’an de dest pê kir û saet di 16.00’an de jî bi dawî bû. Li bajarên Tirkiyeyê jî dengdayîn saet di 17.00’an de bi dawî bû. Bi bidawîbûna dengdayînê jî jimartina dengan dest pê kir.

Piştî saet 21.00’an ji dê weşana der barê hilbijartinê de serbest bibe.  Qedexeyên ji bo roja hilbijartinê didomin. Li bendê ye ku heta saet 24.00’an encama hilbijartinê bi dawî bibe. Li bendê ye ku piştî saet 18.00’an şahiyên ji bo encama hilbijartinê bi dawî bibe.

Di hilbijartinê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Pariya Gel a Komarê (CHP), Partiya Saedetê (SP), Partiya Çep a Demokratîk (DSP), Partiya Serbixe ya Tirkiyeyê, (BTP), Partiya Yekitiya Mezin (BBP), Partiya Demokrat (DP), Partiya ÎYÎ, (ÎYÎP), Partiya Tevgera Nijadperest (MHP), Partiya Vatan (VP) û AKP tev li hilbijartinê bûbûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar