Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Wêranşarê terora AKP’ê

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Halîl Ozşavli li Wêranşarê êrîşî HDP’iyan kir. Ji koma êrîşkar a AKP’ê kesekî bi çeka kalaşnîkofê xwest ku êrîşî HDP’iyan bike. Polîsan jî bi ava şid êrîşî HDP’iyan kir

Li Dibistana Navîn a Ulubat a Taxa Cumhuriyetê ya Navçeya Wêranşar a Rihayê piştî ku dengdayîn bi dawî bû, parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Halîl Ozşavli tevî 15 parêzvan û xizmên xwe hate dibistanê. Li dibistanê di navbera koma AKP’ê û HDP’iyan de nîqaş derket. Hat zanîn ku Ozşavli piştî nîqaşê neçar ma ku tevî parêzvanên xwe dibistanê biterikîne.

Koma AKP’ê piştî ku ji dibistanê derket, parêzvan û xizmên Ozşavli êrîşî HDP’iyan kir. Kesekê ku cil û bergên sivîl li ber bûn, bi çeka kalaşnîkofê xwest ku êrîşî HDP’iyan bike. Êrîşkar ji hêla welatiyên li cihê bûyerê bi zorê li wesayîtê hate siwarkirin û ji herêmê hate dûrxistin.

Di heman demê de gelek kes jî ji hêla parêzvan û xizmên Ozşavli ve hatin derbkirin. Kêliyên êrîşê ji hêla hemwelatiyan ve hate kişandin. Li hêla din polîsên sivîl ên ku hatin cihê bûyerê, bi gaza îsotê êrîşî HDP’iyan kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hilbijartina 24’ê hezîranê de jî parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Haci Esvet Şenyaşar kiribû. Di encama êrîşî de tevî bav Şenyaşar, kurên wî Celal û Adil Şenyaşar jî hatibûn qetilkirin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar