Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Bi dehhezaran Amedî bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ meşiyan

Bi dehhezaran welatiyên Amedê piştî pîrozbahiya li ber avahiya HDP’ê, berê xwe dan Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û berxwedêrên di çalakiya greva birçîbûnê de silav kirin. Amediyan di dema meşê de dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin

Bi hezaran welatiyên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê kom bûn û serkeftina HDP’ê piroz kirin, piştre ji ber avahiya HDP’ê meşiyan ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Bi hezaran welatiyan dirûşme berz kirin û piştgirî dan çalakgerên di greva birçîbûnê de.

Bi dehhezaran welatiyên Amedê yên ku ji bo pîrozbahiya serkeftina HDP’ê ya di hilbijartina rêveberiyên herêmî de li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê kom bûn, serkeftina xwe pîroz kir. Di pîrozbahiyê de hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, li gel parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Mûrat Sarisaç û Tayîp Temel ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik,  re li pêşiya avahiya HDP’ê welatî silav kir.

Di dema silavkirina hevseroka HDP’ê û parlamenteran de bi hezaran welatiyan bê navber dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Amed bi we serbilind e’ berz kirin. Di dema pîrozbahiyê de welatiyan fîşekên hewayî avêtin û ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve meşiyan. Di dema meşê de welatiyan dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî HDP’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ meşiyan. Hin welatiyan posterên Ocalan bilind kirin û tev li meşê bûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar