Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li Anatoliyaya Navîn 291 girtî di greva birçîbûnê de ne

Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) der barê girtiyên li girtîgehên Anatoliyaya Navîn ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne, raporek parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku 291 girtî di greva birçîbûnê de ne

Komîsyona Girtîgehan a Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) têkildarî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, raporek amade kir. Di raporê de OHD’ê daneyên girtiyên ku li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn dimînin û ketine grev birçîbûnê parve kir.

Di rapora OHD’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“* Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê: Ji 26’ê kanûna sala 2018’an ve 3 girtî, ji 1’ê adara sala 2019’an ve jî 24 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Kirikkaleyê: Ji 26’ê kanûna sala 2018’an ve 6 girtî, ji 1’ê adara sala 2019’an ve jî 40 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Bunyan a Kayseriyê: Ji 5’ê çileya sala 2019’an ve 4 girtî, ji 1’ê adara sala 2019’an ve jî 60 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê: Ji 5’ê çileya sala 2019’an ve 3 girtî, ji 25’ê çileya sala 2019’an ve 3 girtî, ji 1’ê adara 2019’an ve jî 22 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Girtî Tîpa T ya Karabukê: Ji 5’ê çileya sala 2019’an ve 3 girtî, ji 1’ê adara sala 2019’an ve jî 30 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Tîpa T ya Tokatê: Ji 5’ê çileya sala 2019’an ve 4 girtî, ji 25’ê sibata sala 2019’an ve 3 girtî, ji 13’ê adara sala 2019’an ve 2 girtî, ji 22’yê adara sala 2019’an ve jî 3 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê: Ji 5’ê çileya sala 2019’an ve 3 girtî, ji 20’ê çileya sala 2019’an ve 3 girtî û ji 15’ê sibata sala 2019’an ve 3 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê: Ji 20’ê çileya sala 2019’an ve 3 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Tîpa E ya Çankiriyê: Ji 25’ê çileya sala 2019’an ve 2 girtî û ji 10’ê adara sala 2019’an ve jî 2 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Tîpa T ya Dînarê: Ji 1’ê adara sala 2019’an ve 4 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê: Ji 8’ê çileya sala 2019’an ve 6 girtî û ji 1’ê adara sala 2019’an ve jî 43 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Tîpa M ya Vezîrkopruyê: Ji 25’ê çileya sala 2019’an ve girtiyek û ji 1’ê adara sala 2019’an ve jî 2 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê: Ji 1’ê adara sala 2019’an ve 3 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Tîpa E ya Yozgatê: Ji 1’ê adara sala 2019’an ve 4 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

* Girtîgeha Tîpa L ya Çorûmê: Ji 22’yê sibata sala 2019’an ve 2 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar