Girtiya jin Yonca Akîcî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
Girtiya jin Yonca Akîcî ku bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ 4 salên girtî ye, li Girtîgeha Jinan a Şakranê dawî li jiyana xwe anî. Hat hînbûn ku Akîcî ji 1’ê adarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de bûye û di 29’ê adarê de hewl daye ku dawî li jiyana xwe bîne. Akîcî ya ku bi bîrîndarî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Çîğliyê jiyana xwe ji dest da.
Li ser bihîstina şehadeta keça xwe malbata Akîcî çû ber derê nexweşxaneyê û li benda girtina cenazeyê keça xwe ne. Apê Akîcî Sabahattîn Akîcî diyar kir ku li gorî agahiyên ku dozgerê girtîgehê daye wan Akîcî piştî bi bavê xwe Giyasettîn Akîcî ku li Girtîgeha Patnosê girtiye re axivî ye, bi awayekî bexşane dawî li jiyana xwe aniye. Piştî bi dawîbûna karê otopsiyê malbata Akîcî cenazeyê wê bigire ji bo definkirinê bibe Agiriyê. ÎZMÎR