Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hilbijartina li bajarên ser sînor dewama Plana Têkbirinê ye’

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir ku li hin navendên li ser xeta sînor AKP’ê bi desteka leşker û polîsan bi ser ketiye û ev yek jî dewama Plana Têkbirinê ye

Beriya hilbijartina xwecihî ya 31’ê adarê, AKP’ê qeyda dengan a bi hezaran polîs, leşker û cerdevanan li Şirnexê çêkir. AKP’ê heman rêbazê li navçeyên Qileban û Elkê jî pêk anî. Li gorî encamên nefermî liv an her sê navendan AKP bi ser ket. Di salên bihûrî de li van navendan qedexeya derketinên derve hat îlankirin. Li navenda Şirnexê ji ber qedexeya derketina derve û hilweşandina bajêr bi hezaran welatî koç kiribûn. Vê yekê jî bandor li ser encamên hilbijartinê kir.

Roja hilbijartinê jî bi hezaran leşker û polîs bi maşîneyên zirxî çûn dibistanan û dengên xwe bi kar anîn. Tenê ne li van navenda Şirnexê, her wiha li navçeyên Şemzînan û Çelê yê Colemêrgê jî AKP bi ser ket.

‘Me gelek caran vê yekê anî rojevê’

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş encamên hilbijartina li van navendan nirxand û ev tişt anî ziman: “Beriya hilbijartinê me gelek caran vê bêusuliyê anî ziman û kir rojevê. AKP bi taybetî li bajarên ser xeta sînor ên wek Colemêrg, Şirnex û Riha û navçeyên girêdayî wan xebatek stratejîk bi rêve bir. Hilbijêrên bêusul birin van navend û navçeyan. Roja hilbijartinê li Şirnexê dîmenên dagirkirinê derketin holê. Her dever hatibû dagirkirin. Bi dehan maşîneyên zirxî û hezaran leşker û polîs bajêr hatibû dorpêçkirin. Polîsan wek ku welatek dagir dikirin hatibûn ser sindoqan. Bi cilên xwe yên leşkerî deng bikar anîn. Me bi dehan caran ji lîjneya hilbijartinê re got lê qet mudaxele nekirin. Em li Şirnexê bi dewletê re ketibûn pêşbaziyê. Li van navendan encamên derketin holê berdewama Plana Têkbirinê ya AKP’ê ku di 2014’an de xistibû dewrê.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar