Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Mertalê Firatê berdewama DAIŞ’ê ye

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso derbarê têkçûyîna DAIŞ’ê de axivî û diyar kir ku çeteyên kul i herêmê bi cih bûne hemû girêdayî dewleta tirk in û tenê cilan diguherînin. Her wiha Hiso bal kişand ser Mertalê Firatê û got ku Mertala Firatê berdewama DAIŞ’ê ye

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso tekildarî têkçûna DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta tirk a li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Hiso diyar kir ku têkbirina DAIŞ’ê di roja Newrozê de serkeftinên dîrokî ji mirovahiyê re nûjen kir û wiha got: “Çeteyên li Efrînê, destpêkê peykerê Kawayê Hesinkar ku ji bo gelê kurd vîna Newrozê pênasê dike, hilweşandin. Bi têkbirina DAIŞ’ê re careke din nûjenkirina Newrozê û ruhê Kawayê Hesinkar derket holê. Çeteyên ku koletiya jinan hedef digirt, bi hêza jinan têk çûn. Vîna jinên azad dîsa îspat bû. Bi van serkeftinan bi giştî cîhan deyndarê şervanên HSD’ê ne.”

Bêdengiya dewletên navneteweyî rexne kir

Di axaftina xwe de Hiso bêdengiya dewletên navneteweyî ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk rexne kir û destnîşan kir ku ev bêdengî dibe sedema dewleta tirk xwe li herêmê mayînde bike û wiha pêde çû: “Dewleta tirk a dagirker ji sala 2011’an ve projeya dagirkirina axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê plan dike. Di êrîşên li ser Kobanê de, dewleta tirk DAIŞ’ê xurt kir. Niha jî ya ku Efrîn dagir kir, Tirkiye ye. Biryara dewleta tirk a dagirker pêkanîna qirkirina kurdan e. Lê beramberî vê jî bêdengiyek ji aliyê civaka navneteweyî ve derket holê û ev bêndengî berdewam e. Hemû dewlet ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji kiryarên Tirkiyeyê re digirin. Bi van bêdengiyan re Tirkiye, projeya mayîndekirina xwe li Sûriyeyê bi pêş dixe. Divê hêzên navneteweyî helwestê nîşanî dagirkeriya Mertalê Firatê bidin, cihên ku Mertalê Firatê lê ne xeta DAIŞ’ê dişopînin. Divê dewletên navneteweyî piştgiriya tunekirina hişmendiya DAIŞ’ê bikin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.”

‘Divê rastiya têkiliya dewleta tirk û çeteyan bê dîtin’

Ayşe Hiso anî ziman ku çeteyên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi cih bûne girêdayî dewleta tirk in û tenê cilên xwe diguherînin û wiha pêde çû: “Çawa di bin navê DAIŞ’ê de tevgeriyan niha jî di bin navên cuda de tevdigerin. Hinek dewletan daxuyand ku têkiliyên DAIŞ û Tirkiyeyê hene. Lê divê ji daxuyaniyan zêdetir rastiya van têkiliyan bê dîtin.”

Her wiha Hiso destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyeyê dewleta tirk û got ku divê rejîma Sûriyayê projeya avakirina Sûriyeya demokratîk qebûl bike. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar