Hevşaredarên Bismilê bi welatiyan re hatin gel hev. Hevşaredar Orhan Ayaz di hevdîtina gel de diyar kir ku qeyûm avahiya şaredariyan wan firotiye û talan kiriye û wiha got: “Em ê avahiya xwe û bajarê xwe bi hev re ava bikin. Şaredariya me tuneye, em ê kon vedin.”
Hevşardarên navçeya Bismila Amedê Orhan Ayaz û Gulşen Ozer ji bo spasiyê bi welatiyan re hatin gel hev. Hevdîtina k udi eywaneke dîlanê de pêk hat, parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Îmam Taşçier û hevserokê DBP’ê yê Amedê Garîp Kandemîr jî di nav de bi sedan welatî tev li bûn.
Hevşaredar Orhan Ayaz ku di hevdînê de axivî, spasiya xwe pêşkeşî welatiyan kir û diyar kir ku gelê Bismilê tu carî li hemberî zext, zilm û şîdetê serê netewandiye û da zanîn ku dê Bismilê bi hev re ava bikin.
Her wiha Ayaz destnîşan kir ku avahiya Şaredariya Bismilê ji aliyê qeyûmê ve hatiye firotin û wiha got: “Avahiya şaredariya me firotine, talan kirine. Em ê avahiya xwe jî û bajarê xwe jî bi hev re ava bikin. Şaredariya me tuneye, em ê kon vedin.” AMED