Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Malbatên girtiyan bi Temellî re hevdîtin kirin

Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ku bi armanca Wezareta Dadê re hevdîtin bikin hatin Enqere, ev lê 10 saet in li dervê Enqereyê ji aliyê polîsan ve tên rawestandin. Li ser navê heyetê 8 kesan astengiya polîsan derbas kir û hatin Enqereyê û bi HDP’ê re hevdîtin kirin

100 kesên ku ji malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê pêk tên, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û piştgiriyê bidin çalakgerên di greva birçîbûnê de ji gelek bajaran li hev kom bûn û serê sibê hatin Enqereyê. Lê polîsan malbat û Dayikên Aştiyê di ketina Enqereyê de ji saet 08.00’ê sibê heta niha rawestandine û destûr nadin malbat bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Heyeta ji 100 kesan pêk tên 10 saet in tên rawestandin. Polîs li navçeya Golbaşi ya Enqereyê bêyî ku tu hincetan nîşan bidin bi saetan e malbatan radiwestînin. Endamên heyetê bi biryar in ku heta bi Wezareta Dadê û partiyên siyasî re hevdîtin bikin li ber xwe bidin.

Parêzer Gulşen Ozbek ku li gel malbatan ji Amedê hat Enqereyê diyar kir ku ji saet 08.00’an ve malbat hatine rawestandin û anî ziman ku bi awayekî temsîlî koma ji 8 kesan pêk tên hatin hevdîtinan bikin.

Heyeta ku ji 8 kesan pêk tê piştî astengiya polîsan derbas kirin û ketin nava bajar, derbasî Navenda Giştî ya HDP’ê bûn û li vir bi hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî re hevdîtin kirin. Berdevka Hiqûq û Mafên Mirovan û parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran û hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî heyet pêşwazî kir.

‘Bedena zarokên me kêlî bi kêlî dihelin’

Heyetê di hevdîtinê de diyar kir ku ew naxwazin agahiyên bi êş bistinin û wiha gotin: “Zarokên me bedena xwe dane ber birçîbûnê. Bedena wan kêlî bi kêlî dihele. Dema ew her roj birçî bin û bedena wan bihele em nikarin xwarin bixwin. Her dem destê me li ser dilê me ye. Em ditirsin ku agahiyek ne xweş ji girtîgehan bê.”

Sezai Temellî jî piştî li dayikan guhdar kir, anî ziman ku dayik mafdar in û fikarên wan parve dikin û da zanîn ku ku ew dê heta dawî mafê jiyanê biparezin û ji bo parastina mafê jiyanê têbikoşin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar