Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Girtiyên siyasî: Bila çalakiyên şexsî neyên lidarxistin

Têkildarî berxwedana grevên birçîbûnê û çalakiyên fedayî ku li hemberî tecrîdê tên lidarxistin li ser navê hemû girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û bang li hemû girtiyan kir ku çalakiyên şexsî li dar nexin û hêza xwe li hemberî dijmin bi kar bînin

Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin hatiye destpêkirin di roja 146’emîn de dewam dike. Li dehan girtîgehan bi hezaran girtî 109 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Li ser navê hemû girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û wiha got: “Pêngava ‘Em Tecrîdê Bişikînin, Faşîzmê Têk Bibin û Kurdistanê Azad Bikin’ ku li ser xeta Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatiye destpêkirin dewam dike. Divê hemû kes bizanibe ku em paşve gav navêjin û serkeftin a me ye.”

‘Em ê berxwedana xwe bidomînin’

Kaya destnîşan kir ku faşîzm li hemberî berxwedanê ketiye tayê û nemaze jî her hevokeke ji devê Wezîrê Karê Hundir yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu derdikeve îxanetê li jiyanê dike û wiha got: “Gel piştgiriyê dide berxwedana me û hemû kes li hemberî neheqiya ku li Rêbertî tê kirin li ser pêyan e. Em çalakgerên ku di zindanan de ne dizanin ku gelê kurd li pişt me ye û teqez em ê bi ser bikevin. Em careke din tînin ziman ku em bi kelecan in ku bigihêjin Rêber Apo. Heta daxwazên ku me ji raya giştî re ragihand neyê cih em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Lidarxistina çalakiyên fedayî

Denîz Kaya bibîrxist ku li zindanan çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 109’emîn de ye dewam dike û wiha domand: “Çalakiyên fedayî ku şehîdê destpêkê yê vê pêngavê Zulkuf Gezen ve dest pê kir bi çalakiyên Ayten, Medya, Zehra, Ugur dewam kir û herî dawî Yonca Akici û Siraç Yuksel bi çalakiyên xwe bandoreke mezin li me kirin û berpirsyariya me mezintir kirin.”

‘Em çalakiyên şexsî napejirînin’

Kaya xwest dîlên azadiyê çalakiyên şexsî li dar nexin û ev tişt anî ziman: “Em careke din bi bîr dixin ku çalakiyên me li ser xeta Berxwedana 14’ê Tîrmehê dewam dike û em çalakiyên bi vî rengî napejirînin û divê em bi rêxistinî tevbigerin. Pêşengên çalakiya rojiya mirinê ya mezin rêheval Kemal, Hayrî, Akîf û Alî Çîçek bi rêxistinî çalakiyên xwe domandin û serî li çalakiyên şexsî nedan û dîrok jî şahidê vê yekê ye. Hemû hevalên me yên di zindanan de ne divê teqez çalakiyên şexsî li dar nexin û bi rêxistinî tevbigerin.”

Bang li raya giştî hat kirin

Denîz Kaya di dawiya daxuyaniyê de careke din ji malbatên Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici û Siraç Yuksel re sersaxî xwest û bang li hemû raya giştî, rewşenbîr û parêzvanên demokrasiyê kir ku li berxwedana grevên birçîbûnê xwedî derkevin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar