Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Genç: Êdî bêyî kurdan nikarin hesaban bikin

Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku stratejiya HDP’ê bi hemû gelên Tirkiyeyê daye qezenckirin û wiha got: “HDP’ê nîşan da ku hem Tifaqa Milletê hem jî Tifaqa Cûmhûrê nikarin bêyî wan hesabê xwe bikin. Di pêşerojê de her dû tifaq jî ji bo ku kurdan bikişînin cem xwe dê biçin guhertinên siyasî.”

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî bi dawî bûn. Ji ber stratejiya ku HDP’ê li pêş xist, di van hilbijartinan de tifaqa AKP-MHP’ê derbeke mezin xwar. Enqere û Stenbol jî di nav de şaredariyên gelek bajarên mezin ên Tirkiyeyê winda kir. Li gel vê yekê jî AKP xwe serkeftî nîşan dide. Ji ber sedemê encamên hilbijartinê gelek tên nirxandin û şîroveyên cûda tên kirin. Me ji xwe gihand Koordînatora Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) Yuksel Genç û pê re encamên hilbijartinê nirxand.

Yuksel Genç destpêkê li ser encamên giştî yên hilbijartinên nirxandinan kir û wiha got: “Bi encaman hilbijartinê re hemû hevsengiyên welat cih guhertin. Ji ber vê yekê dê di siyaseta Tirkiyeyê de jî stretejiyên nû bên pêşxistin. Divê hilbijartin tenê wek hilbijartineke herêmî neyê nirxandin. Stratejiya HDP’ê bi awayekî serkeftî pêk hat û bi hemû gelên Tirkiyeyê da qezenckirin. Piştî demeke dirêj hin şaredariyan dest guherand. Ji ber vê sedemê dê hevsengî ji nû ve bên sazkirin.

‘Cara yekemîn e hêviyek hat afirandin’

Genç diyar kir ku encamên hilbijartinê tenê guhertinan şaredariya pêk neaniye û ev tişt anî ziman: “Encaman di heman demê de derbeke mezin li fikra AKP-MHP’ê  ya qaşo Tirkiyeya nû xistiye û red kiriye. Ji niha şûn ve dê tiştek weke berê nîn be. Cara yekemîn e AKP bi rewşeke wiha re rûbirû dimîne. Ew derûniya di nav gel de ku digotin ew dengê xwe bidin kîjan partiyê jî dê partiya desthilatdarê sindoqê derê şikiya. Cara yekemîn e hêviyek hat afirandin.”

Di berdewamê de jî Genç da zanîn ku ji bo vê rewşê ji holê rake 2 rê li pêşiya AKP’ê ne û van rêyan wiha vegot: “ Ya wê polîtîkayên xwe yên tundiyê ku niha dimeşîne kûrtir bike ya jî wê vegera ser xeta xwe ya di navbera salên 2002 û 2017’an ku wek partiyeke demokratîk û reformîst dihat pênasekirin. Ev her dû rê li pêşiya AKP’ê ne. Heke ji van rêyan rêya yekemîn hilbijêre dê hemû Tirkiye winda bike. Heke rêya duyemîn hilbijêre dibe ku pêşî li qelsbûna xwe bigire. Lê ew êdî çi jî bike dê nikaribe pêşî li daxwazên nû yên guhertinê bigire.”

Sedemên windakirina şaredariyên HDP’ê

Piştî nirxandinên xwe yên giştî yên hilbijartinê Genç bal kişand ser encamên li Kurdistanê jî û wiha pê de çû: “Encamên li Kurdistanê bi awayekî aşkera derxistine holê ku gelê kurd pergala qeyûman a desthilatê naxwaze. Ji ber vê yekê şaredariyên bajarên mezin ên mîna Amed, Wan û Mêrdîn ku bi qeyûman dihatin birêvebirin, careke din bi ferqeke mezin ji aliyê HDP’ê ve hatin girtin. Divê desthilat jî vê peyama gelê kurd bigire û li gorî vê yekê tevbigere.”

Genç destnîşan kir ku HDP’ê berovajiyê bajarên mezin ên ji destê qeyûman girtiye, gelek navçe û bajarokên di destê xwe de winda kiriye û sedemên vê yekê jî wiha aşkera kir: “HDP’ê ji ber 3 sedeman van navçeyan winda kir. Sedema yekemîn binçavkirin û girtinên li hemberî xwe û guhertina demografiyê ya bi leşker û polîsan. Sedema duyemîn tercîhkirina namzetên şaş ku nikaribûn bibin çare û xwe bigihînin gel. Sedema sêyemîn jî jixwe bawerbûn û nexebitandin.”

Bêyî kurdan hesab nabin

Genç herî dawî bal kişand ser rola HDP’ê ya di hilbijartinan de û têkildarî pêşeroja tifaqan ev tişt gotin: “HDP’ê nîşan da ku hem Tifaqa Milletê hem jî Tifaqa Cûmhûrê nikarin bêyî wan hesabê xwe bikin. Aşkera derketiye holê ku bêyî kurdan serkeftin ne pêkane. Di pêşerojê de her dû tifaq jî ji bo ku kurdan bikişînin cem xwe dê biçin guhertinên siyasî. Lê li gel vê yekê jî ji ber şert û mercên siyasî yên li Tirkiyeyê ne pêkan e ku tifaqên hilbijartinê bên berdewamkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar