Ji bo Yûsûf Îba ku 81 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, zarokên kurd ên Kanadayê name ji parlamentoyê re nivîsandin
Yûsûf Îba li bajarê Toronto yê Kanadayê 81 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Zarokên kurd ên li Kanadayê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya Îba, nameyek ji Parlamentoya Kanadayê re nivîsandin û banga piştgiriyê kirin.
Nameya zarokan bi sernavê ‘Bila Yûsûf Îba nemire, bila bijî’ hate nivîsandin. Name bi zimanên îngilizî û fransî hate nivîsandin, ji parlamenteran re hate şandin û ji wan hate xwestin ku guh bidin çalakiya Îba.
30 zarok li Navenda Gelê Kurd a Torontoyê li hev civiyan û bi zimanên kurdî, tirkî, fransî û îngilîzî peyama ‘Bila daxwazên Yûsûf Îba bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe û Îba bijî’ dan. TORONTO