PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Girtiyên di çalakiyê de: Divê gelê me bi berxwedanê re bibe yek

Girtiyên di greva birçîbûnê de têkildarî çalakiya xwe peyam şandin. Di peyaman de hat destnîşankirin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî dibe, dê çalakiya xwe bidomînin. Çalakvanan bang li raya giştî kirin û wiha gotin: “Birîna xedar, ne birîna bi çekê ye. Birîna xedar, bêdengiya li hemberî daxwazeke mafdar e.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, berdewam e. Di vê çarçoveyê de çalakiya Guven kete roja 147’emîn. Di heman demê de li girtîhenên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Çalakiya koma yekemîn a girtiyan ku di 16’ê kanûnê de ketibûn greva birçîbûnê, 109 roj li pey xwe hişt. Girtiyên di grevê de bang li raya giştî ya kurd û derdorên demokrat kir ku êdî bêdeng nemînîn û bikevin nava liv û tevgerê.

Der barê mijarê de girtiyê bi navê Fesîh Tekîn ku li Girtîgeha Jimar 1 a Tarsûsê tê girtin û  88 rojin di greva birçîbûnê de ye û birayê wî Zahît Tekîn ê ku li Girtîgeha Wanê 34 roj di grevê de ji malbata xwe re name şandin. Fesîh Tekîn 7 sal in û Zahît Tekîn jî ji 7’ê tîrmeha sala 2016’an ve girtiye.

 

‘Tecrîd li ser hemû gelên Tirkiyeyê ye’

Di nameyê de Tekîn anî ziman ku heta ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî dibe dê çalakiya xwe bidomînin û wiha domand: “Ev tecrîd tenê ne li ser Ocalan û gelê Kurdistanê, li ser tevahiya civaka Tirkiyeyê pêk tê. Bi tecrîdê tê xwestin ku aştî, azadî, demokrasî û biratî bê binpêkirin. Ger ku em vê tecrîdê bişikînin, dê ew bayê reş ê li ser welat belav bibe. Em ê heta dawiyê li ser rêça Kemal û Mazluman bin.”

Guven silav kirin

Tekîn da zanîn ku bêdengiya li ber zilm û tecrîdê, hevkariya ji bo zilmê ye û wiha got: “Loma divê gelê me bi vê berxwedana re bibe yek û hêzê bide çalakgeran. Em bi hêvî ne û em ê bi ser bikevin. Me bihar bi Newrozê pêşwazî kir û ji bo em vê veguherînin bihara azadî û demokrasiyê, niha firsendek li ber me ye. Ev yek jî bi şikandina tecrîdê pêkan e. Roj roja bilindkirina deng e. Em her du bira jî me xwe bi vê felsefeyê nas kir. Di vê rêyê de em gihan raza heza heqîqî. Niha em ji bo hilatina rojê mil didin milê hevdu û li ber xwe didin. Ev berxwedan bû sedem ku em bêhtir nêzî hev bibin. Bi van hestan em silav û hezkirinên xwe ji hevrê Leyla Guven re dişînin. Em ê bi ser bikevin.”

Rojnameger Ataman peyam şand

Her wiha nûçegihanê DÎHA’yê ya ku bi KHK’ê hatiye girtin Ziya Ataman k li girtîgeha Wanê tê girtin jî bi rêya nameyekî peyamek parve kir.

Nameya Ataman wiha ye:

“Birîna xedar, ne birîna bi çekê ye. Birîna xedar, bêdengiya li hemberî daxwazeke mafdar e. Ev rewş dişibe rewşa nexweşîneke ku tedawiya wê heye, lê bi derengî tê xistin. Li hemberî vê bêdengiyê, ji bo canê kesî êdî neêşe em jî li girtîgeha Wanê ji bo daxwaza parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ketin greva birçîbûnê.

Wexta mirov li pêkanînên 3-4 salên dawî dinihêre, tê dîtin ku daxwaza ji bo rakirina tecrîdê daxwazake pir maqûl e. Bi hezaran mirov ji bo vê daxwazê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Sedema vê jî ew e ku canek tê tecrîdkirin. Em bêdengiya li hemberî vê daxwazê qebûl nakin û ji bo ev bêdengî ji holê rabe me jî helwesta xwe ya exlaqî û wijdanî nîşan da.

Berî ku rewş veguhere rewşeke pir cidî, divê rojek berî rojekê ev daxwaz bê qebûlkirin da grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Hêvîdar im her kes guh bide vê daxwazê û berî texrîbatên mezin rû bidin daxwaz bê qebûlkirin.” MÊRSÎN-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar