Nûçegihanê MA’yê Ahmet Kanbal dema ku li Nisêbînê nûçe dişopand, bi hinceta ‘muxalefeta qanûna leşkeriyê kiriye’ hate binçavkirin
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal dema ku li Nisêbîn a Mêrdînê merasîma cenazeyê girtiyê siyasî Sîraç Yuksek ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anîbû û jiyana xwe ji dest da dişopand, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Li gorî agahiyan, rojnameger Kanbal bi hinceta ‘muxalefeta qanûna leşkeriyê kiriye’ hatiye binçavkirin.
Kanbal piştî kar û barên li emniyetê, ji bo îfadeyê sewqî dozgeriyê hat kirin. Kanbal ku li 1’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê îfade da, hate berdan.
MÊRDÎN