Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

AKP-MHP’ê li Şirnexê bi derbeya leşkerî şaredarî xesp kir

AKP-MHP’ê li Şirnexê bi rêbaza derbeya leşkerî şaredarî xesp kir. AKP-MHP’ê li navenda Şirnexê bi veguhestina dengê zêdetirî 7 hezar leşker û polîsan, li navçeyên Şirnexê jî bi saya dengê bi hezaran polîs, leşker û ceredevanan şaredariyên gel bi derbeya leşkerî xesp kir

Hikûmeta AKP-MHP’ê beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî, bi hezaran leşker û polîs veguhestin Şirnex û navçeyên wê. Li gorî encamên nefermî, navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Elkê û Qilebanê bi saya dengê van leşker û polîsan kete destê AKP’ê. Ji ber leşker û polîsên ku anîn herêmê, hema hema di hemû sindoqan de ji AKP’ê re dengekî zêde derket.

Li gorî nûçeya nûçegihana MA’yê Bêrîvan Altan, AKP-MHP’ê zêdetirî 7 hezar hilbijêrên bêusul veguhestine navenda Şirnexê. Li navenda Şirnexê ku 119 sindoq hatin dayîn, tenê di 35 sindoqan de bi giştî 6 hezar û 618 deng ji AKP’ê re derketin. Li 9 sindoqên li dibistanên Edîp Başar ku piraniya hilbijêrên wê leşker û polîs bûn, hezar û 929 deng ji AKP’ê re derketin. Di van sindoqan de ji HDP’ê re tenê 48 deng û ji CHP’ê re jî 161 deng derketin.

Dengên rekor derketin!

Her wiha di sindoqên li dibistanên Nazmiye Demîrel, Ataturk û Şukru Gelîş de jî ji AKP’ê re dengên rekor derketin. Di van sindoqan de jî xuya dike ku welatiyan dengê xwe dane HDP’ê û leşker û polîsan jî AKP’ê destek kirine.

Li Elkê hilbijêrên AKP-MHP’ê

Heman tişt li navçeya Elkê ya Şirnexê jî rû da. Li navçeyê 4 hezar û 137 hilbijêran di 16 sindoqan de dengên xwe dan. Li Elkê jî leşker, polîs û cerdevanên ku ji bo navçeyê hatibûn veguhestin, bi giştî di 4 sindoqên ku dengên xwe bikar anîn de encama hilbijartinê aşkera kirin. Di 4 sindoqên li taxa Karşiyaka ya Elkê de ji AKP’ê re hezar û 56 deng, ji HDP’ê re 118 û ji CHP’ê re jî tenê 58 deng derketin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar