Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah têkildarî salvegera YPJ’ê axivî û diyar kir ku YPJ ji roja ku hatiye ava kirin her tim bi pêş ve çûye û niha êdî bûye hêzeke profesyonel
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 4’ê Nîsana 2013’yan bi fermî damezirîna xwe ragihand. Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah têkildarî salvegera YPJ’ê ji ajansa ANF’ê re axivî.
Nesrîn Abdullah diyar kir ku ji bo avakirina azadî û serxwebûna gelan, ji bo avakirina aramiya nav civakê û çêkirina zemîna dadmendiya civakî jin xwedî roleke stratejîk û girîng in û wiha got: “Salên bihurî jî derkete holê, heke jin bikaribe civakê araste bike, bikaribe rengê xwe bide wê civakê, li nav wê civakê bi teqezî aramiyek çêdibe. Ji bo wekheviya zayendî, dadmendiya civakî, hevjiyana azad çêdibe û civak bikaribe rastiya xwe bijî ev ji bo civakê girîng. Em vê jî li nav civaka kurd dibînin. Ji ber ku bi sedan salan e ku gelê kurd mêtingerî li ser hatiye kirin, dijmin êrîş biriye ser lê dîsa jî tim berevanî li xwe kiriye. Her çendî ev rewş ne siyasî be jî bi civakî gotiye, çandeke min heye, ez heme, edetên min hene û hewl daye ku vê biparêze. Ji bo vê tim li ber xwe daye. Rojava dema ku mirov bide ber parçeyên din ên Kurdistanê tim alîkarî bi parçeyên din re kiriye û derfet ava kirine. Lê parçeyeke ku şoreşê bijî, di nav xwe de bi taybetî jin, rêxistiniyên parastinê organîze bike, hê çênebûye. Di dîroka gelê me yê rojavayê Kurdistanê de ev cara pêşî bû ku şoreş dibû û hem jî hêza jinan a pêşeng derdiket holê. Ev ji bo Rojava pêvajoyeke dîrokî bû.”
‘YPJ xwe mîna mîrateya têkoşîna jinên kurd dibîne’
Di axaftina xwe de Abdullah destnîşan kir ku YPJ xwe mîna berdewama jinên cîhanê û mîrateya têkoşîna jinên kurd dibîne û wiha domand: “Divê ev jî neyê jibîrkirin, her çendî li vî parçeyî şoreş nebûne jî hêlî hemû şoreşên li Kurdistanê ev herêm bû û bandoreke mezin ê rêzdar Abdullah Ocalan li ser vê herêmê hebû. Li ser îdeolojiya azadiya jinê bi salan rojavayê Kurdistanê perwerde kir û vê bandoreke mezin li ser jinan kir.”
‘Me îdeolojiya rizgariya jinê ji bo xwe esas girt’
Nesrîn Abdullah li ser avakirina YPJ’ê jî ev tişt anî ziman: “Wiha bi carekê, bi biryarekê nehatiye avakirin, ne tevgereke wiha geş jî bû û bi zanebûn, li ser hîmekî zanistî hatiye geşkirin, dîroka jinên cîhanê û kurdan hatiye lêkolînkirin, şîrovekirin û li ser gelek tespîtên zanistî biryar li ser avakirina hêzeke jinê hatiye standin.”
Di berdewamê de Abdullah da zanîn ku di qonaxa damezirandinê de tespîta wan a pêşî ew bû ku hewceyî bi avakirine hêzeke resen a jinê heye ku bikaribe berevaniyê li xwe bike û tespîta duyemîn jî ew bû ku YPG bê îdeolojiyekê nabe, hewceyî bi tevlêbûneke îdeolojîk hebû, tevlêbûneke fizikî tenê têrê nedikir û got ku ji bo vê jî ew îdeolojiya rizgariya jinê ji bo xwe bi esasî dîtine û li ser vî esasî bi pêşve çûne.
Civak bi rehetî YPJ’ê qebûl nekir
Berdevka YPJ’ê destnîşan kir ku cara pêşîn bûye kul i herêmê hêzeke berevaniya jinê dihat avakirin û wiha pêde çû: “Civakê ev wiha bi rehetî qebûl nekir, bi rastî jî qebûl nekir. Em pê dizanin ku kurd û civakên Rojhilata Navîn feodal in. Serweriya zilam heye û hişmendiya baviksalariyê li ser civakê serwer bû. Li Rojhilata Navîn hişmendiya mêr û jinê hatibû çêkirin. Li gorî vê hişmendiyê jin bêgav bûn. Jineke navmalê li ser dihate ferzkirin. Fikra ku jin tenê ji bo zarokan bîne, zilêm kêfxweş bike, xweşik e, nazik hatibû hînkirin. Li ser zilêm jî hişmendiya serwer hatibû çêkirin. Helbet di vir de siyaseteke dijmin jî hebû. Vê jî ne tenê bi civakê re, kesayatiya jinê jî felç kiribû.”
Beriya avakirina YPJ jin hatine qanîkirin
Abdullah di berdawamê de diyar kir ku dema wan biryar dane ku rêxistiniya xwe bikin plan û proje danîne ber xwe, pêşî komeke biçûk a jinan ku rêxistiniya jinan bike hatiye avakirin, di şexsê Şehîd Warşîn û Şehîd Jînda de xwestine ku vêya bikin û di qanihkirina gelek jinan de û tevlêbûna wan a nav refên YPJ’ê de keda wan û bandora wan pir zêde bûye û wiha domand: “Wê demê YPJ nebû lê biryareke hatibû standin ku were avakirin. Plansaziya me ew bû ku jin tev li nav van refan bibin. Heke ev tevlêbûn nebûna, biryar û plansazî wê bi kêr nehatana. Em mal bi mal geriyan. Yek bi yek em bi jinan re têkildar bûn, nîqaş hatin kirin. Em bi malbatên wan re rûniştin, bi saetan me nîqaş kir. Van nîqaşan bi heftiyan, bi mehan dom kir. Bi israrên xwe me jin qanih kirin û ketin nav têkoşînê. Kesayetiya jinan ji vê tevlêbûnê re ne amade bû, ji ber ku jin li gorî pîvanên civakê hatibûn mezinkirin. Xeyalên jinan herî zêde xwendina dibistanê, malek, hevjînek û zarok bû. Her çiqas şoreş bi pêş ve çûbûn jî, mixabin rewşa jinê ya li civaka me wisa bûn. Ji bo me tevlêkirina jinekê ji azadkirina neteweyekê watedartir bû. Bi vî awayî em nêzî tevlêbûnan dibûn. Di sala 2012’yan de me li gundê Zixate yê Dêrikê bi navê Şehîd Xebat akademiyek dida avakirin. Wê demê hêj YPG ava nebûbû, hêj YXK hebû. Me akademiyeke leşkerî ya YXK’ê ava dikir. Ez û hevalekî bi navê Piling karê organîzekirina akademiya leşkerî dikir. Piştre hevalê Piling şehîd bû. Heta dewreya sêyemîn tu hevalên jin tune bû. Di dewreya çaran de me biryar da ku em ê hevalên jin jî tev li van perwerdehiyan bikin. Di dewreya çaran de bi du hevalên jin me dest bi perwerdehiyê kir. Ev ji bo me serkeftineke mezin bû. Bi demê re tevlêbûn zêde bû, xwebaweriya jinan zêde bû. Ev ji bo gaveke pêşîn bû.”
Jin bi şerê xwe di nava civakê de bawariyek çêkir
Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah da zanîn ku di sala 2012’yan de li Helebê di şerê li dijî rejîma Baasê de jin bi awayekî çalak tev li parastinê bûne û wiha got: “Hêzên me, hem xwe ava dikirin û hem jî axa xwe diparastin. Me tiştên dijwar û xweş bi hev re pêk dianî. Hêj YPJ bi awayekî fermî ava nebûbû lê berxwedana wan bi şoreşê re bi pêş ve diçû û xwe ava dikir. Her jinên ku tev li dibûn, diyar dikirin ku ew fedaiyê vî gelî ne û bi vê motîvasyonê şer kirin. Di nav civakê de baweriyek çêbû. Di qada şer de jî, di nava mêran de jî baweriyeke mezin ava kir. Hevalên me yê jin ên ji rêxistinbûnê berpirsyar di nav gel de ev atmosfer ava kirin. Di nava demeke kurt de YPJ gelekî bi pêş ve çû. Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di sala 2013’yan de biryar da ku em konferansa xwe ava bikin. Di 4’ê Nîsana 2013’yan de em biryara îlankirina YPJ’ê da. YPJ di hemû şer û pêngavan de cihê xwe girt. Ji sala 2012’yan û vir ve li hemû qadên parastinê cihê xwe girt. YPJ li hemberî rejîmê, komên çeteyên îslamî, El Nusra, DAIŞ û li hemberî çeteyên dewleta tirk şer kir.”
Ji her neteweyan jin tev li YPJ’ê bûn
Di axaftina xwe de Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku ji her neteweyan jin tev li nav refên YPJ’ê bûne û ev tişt anî ziman: “Ji roja destpêkê heta niha, di nav YPJ’ê de gelek pêşveçûn çêbû. YPJ bi pêşengiya jinên kurd hatiye destpêkirin. Piştre li her dera bakur û rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kir. Ne bi tenê di nav civaka kurdan de, di nav hemû gelên herêmê de heye. Bi tevlêbûna jinên ereb, suryan, ermen, çerkez, tirkmenan re em dikarin rengên hemû neteweyan di nav YPJ’ê de bibînin. Nêzikbûna YPJ’ê bû sedem ku gelek netewe xwe di nav YPJ’ê de bibînin. YPJ şoreşê tenê ji bo gelê kurd nake. Armanca me ya rastîn avakirina civakeke demokratîk, azad, ekolojîk û wekhev e. Ziman, ol, netew û baweriya wan çi dibe bila bibe, mafê her jinê heye ku tev li nav YPJ’ê bibe. Bi sedan jin tev li nav refên YPJ’ê bûn. A niha jî YPJ jinên hemû gelên Sûriyeyê diparêze.”
YPJ êdî hêzeke profesyonel e
Her wiha Nesrîn Abdullah axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tişta ku em balê dikşînin ser wê ev e ku, YPJ di nav pratîkê de pêş dikeve. YPJ li ser zemîna zanistekê ava bû. Di konferansa me ya di sala 2013’yan de ev bû ku divê akademiyên leşkerî werin avakirin. Me dixwest akademiyên îdeolojîk û leşkerî werin vekirin. Di vê derê de biryara akademiyên xweser ên jinan hate dayîn.
Me li hemberî artêşan û komên çeteyên îslamî şer kir. Di warê taktîka parastinê de em bûn pispor. Şer û berxwedana li Kobanê, mînaka herî baş ê vî şerî ye. Reqqa jî mînakeke girîng e. Pêngava azadkirina Reqqayê li ser esasê tolhildana jinên Şengalê bi pêşengiya YPJ’ê hate kirin. Di vê pêngavê de em bi ser ketin. Êdî YPJ bû hêzeke profesyonel. Hemû çekên ku di şeran de hatine bikaranîn, ji aliyê YPJ’ê ve bi awayekî pisporî hatine bikaranîn.”