Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bîlançoya lehiyên li Rojhilat û Îranê girantir dibe

Bîlançoye lehiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê her ku diçe girantir dibe. Rayedarên dewletê da zanîn ku hejmara kesên di lehiyan de jiyana xwe ji dest dane 57 e. Lê çavkaniyên herêmî dibêjin ku hejmar ji ya hatiye ragihandin pir zêdetir e

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê di nava du hefteyên dawî de baraneke zêde bariya. Barana zêde li gelek bajar, navçe, bajarok û gundan rê li ber lehî û hezazê vekir. Têkildarî encamên lehî û hezazan ên li Rojhilat û Îranê, rayedarên hikûmeta rejîma Îranê bi raya giştî re agahî parve kirin. Li gorî daneyên rêveberên hikûmetê, hejmara welatiyên di lehî û hezazan de jiyana xwe ji dest dane, gihaşt 57’an.

Berdevkê Tîmên Lezgîn yên Hewarê Mucteba Xalidî da zanîn ku di encama lehiyê de li Şîrazê 22 û li bajarê Gulistanê jî 35 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Xalidî destnîşan kir ku di encama lehiyan de 478 welatî jî birîndar bûne.

Bîlançoya madî

Hêjayî gotinê ye ku duh jî berdevka Maseya Krîzê ya Îranê Bênhnam Seîdî ji televîzyoneke îranî re axivîbû û ev agahî bi raya giştî re parve kiribûn: “Ji ber barana zêde li 23 bajaran lehî rabû. Her wiha li parêzgeha Îlam, Loristan, Çwarmehal, Bextiyarî, Kuhkkiluye, Buyr Ehmed û Xuzistanê jî rewşa awarte hate ragihandin. Bi giştî jî lehiyê li 400 bajar û gundan da. Ji ber lehiyê ziyaneke mezin pêk hat. 78 rêyên sereke yên di navbera bajaran de, 2 hezar û 199 rêyên di navbera gundan de û 84 pir xerabûn. Her wiha li 15 parêzgehan jî 141 rûbar û çem bilind bûn û 400 cihên zeviyan jî dibin avê de man.”

Bîlanço girantir e

Têkildarî mijarê Wezîrê Rêyan û Veguhestinê yê Îranê Mihemed Îslamî jî destnîşan kir ku di nava 50 salên dawî de barana herî zêde îsal bariya. Mihemed diyar kir ku nêzî 12 hezar kîlometre rêyên bajar, gund û rêyên sereke xirabûn. Li gorî dîmenên li ser medyaya civakî hatine parvekirin û agahiyên ji çavkaniyên herêmî, hejmara welatiyên di lehiyan de jiyana xwe ji dest dane ji ya hatiye ragihandin pir zêdetir e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar